Yuksekdag: Em ji azadî û piştevaniyê şûnde gavê navêjin

Yuksekdag: Em ji azadî û piştevaniyê şûnde gavê navêjin

Seroka Giştî ya ESP’ê Fîgen Yuksekdag, qedexekirina mîtînga 14’ê Tîrmehê ya ji aliyê Walatiya Amedê ve biryar hate dayîn şermezar kir û got ew dê ji azadî û piştevaniyê şûnde gavê navêje.

Seroka Giştî ya ESP’ê Fîgen Yuksekdag qedexekirina mîtîna 14’ê tîrmehê ya ji bo Azadiya Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji aliyê BDP Û KCD’ê ve hatibû organîzekirin, şermezar kir. Yuksekdag di hesabê xwe yên Twîtterê de ji bo mîtînga 14’ê tîrmehê ya ‘Ji bo Azadiyê berxwedana demokratîk’ peyam weşand. Di peyamê de wiha hate gotin: “Ez qedexeya mîtîna BDP û KCD’ê şermezar dikim. Berxwedana demokratîk a gel dê vê qedexeyê vala derbixe. Em ji azadî û piştevaniyê şûnde gavê navêjin.”