Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a di Yekemîn Kongreya HDP'ê ya Kocaeliyê de axivî û wiha got: "Va ye Bihar hat. Ev Bihar wê bibe Bihara gelan. Em ê bi hemû cudatiyên xwe ve Mezopotamyayê bikin welatê hevpar.”
Yekemîn Kongreya HDP'ê ya Kocaeliyê li Salona Dawetê ya Onur Muzîkholê hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag beşdarî kongreyê bû. Piştî rêzgirtinê kongreyê bi axaftina vekirinê ve destpê kir.
'DIVÊ HEMÛ MUXALÎF JI VÊ REWŞA TARÎ RE BIBÊJIN RAWESTE'
Piştî ku endamên diwanê hatin hilbijartin, Parlamenterê HDP'ê yê berê Alî Haydar Konca axivî û diyar kir ku AKP'e êrîşî hemû muxalîfan dike. Konca wiha axivî: "Êrîşên AKP'ê nîşan dide ku dawiya wê hatiye. Divê hemû derûdorên muxalîf ên li Tirkiyeyê ji vê rewşa tarî re bibêjin raweste."
'ME TI BEND NAS NEKIR'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî di axaftina xwe ya kongreyê de diyar kir ku partiya wan ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê heta niha di gelek tengasiyan re derbas bûye û wiha berdewam kir: "Gelek bend derxistin pêşberî me. Lê di vê rêyê de dema ku em dimeşiyan me wan bendan nas nekir. Dema ku em di vê rêyê zehmet de dimeşiyan me bi hêza gel ve bend hilweşand. Hêza li vê derê wekî hêzên demokratîk ên gelan li dijî faşîzmê serkeftin bi dest xist. Ji jiyana demokratîk a ku li Kobanê hate afirandin heta niha di hemû çeperên têkoşînê de ji bo serkeftinên nû me hêza xwe kir yek."
'PIŞTÎ 7'Ê HEZÎRANÊ ZÊDETIRÎ 700 MIROVÊN XWE ME WINDA KIRIYE'
Yuksekdag wiha axivî: "HDP li Rojhilata Navîn bû dara jiyanê ya nû ya gelan" got ku li dijî serdestan HDP ferasetakî demokratîk danî holê. Yuksekdag destnîşan kir ku di 7'ê Hezîranê de bi serkeftineke mezin derketine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me li Kocaeliyê jî parlamenterek derxist. Ji wê rojê heta niha hêrsa encama têkçûna xwe xwestin bi êrîşa li dijî gel derxînin. Yên ku bi tena serê xwe nebûn desthilatdar şer derxistin. Piştî 7'ê Hezîranê ji Pirsûsê heta niha me zêdetirî 700 mirovên xwe winda kir. Yên ku ev şer dan destpêkirin hê jî ji mirinê têr nebûne. Lê, em dizanin ku em ê bi berxwedaniyê ji vê taritiyê rabin ser piyan."
'LI DIJÎ PAŞVERÛTIYA AKP'Ê BERXWEDANA BERPIRSYARIYEKÎ EXLAQÎ YE'
Yuksekdag destnîşan kir ku li dijî êrîşên AKP'ê û hêzên dewletê, tekane rê berxwedan e û wiha pê de çû: "Canên ku me di dema şerê Qesrê de winda kiriye baş dizanibûn ku berxwedan berpirsyariyekî exlaqî ye. Em jî berxwedanê wekî deynekî bibînin û divê bi vî rengî li ber xwe bidin. Em di bin êrîşan de bi berxwedana wan ve li ser piyan in. Em ê bi berxwedana wan ve serkeftinên mezin bi dest bixin."
'DIVÊ EM BERXWEDANÊ BIGIHÎNIN ÇEPERÊN NÛ'
Yuksekdag gotinên "Em ê kevir li ser kevir, serî li ser laş nehêlin" jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Ên ku li ber xwe dan bersiva herî mezin dan kesên ku ev gotin bi kar anîn. Em mecbûr in deynê xwe bidin şehîdên xwe. Yek bi yek ji canên çûn bi hezaran rakirin li ser piyan. Heke berxwedana îro bi milyonan heye ev dide nişandan ku ji têkoşînê gav şûnde nehatiye avêtin. Divê em berxwedanê bigihînin çeperên nû. Di vê pêvajoya giran de bawariya me tam e."
'DÊ NIKARIBIN BIGIHÊJIN 2023'YAN'
Yuksekdag anî ziman ku faşîzm dikare bi têkoşîna rêxistinkirî ve bê hilweşandin û wiha anî ziman: "Hêza me ya derbaskirina bendên faşîzmê heye. Yên ku sed sal zilm pêk anîn, hemû faşîst çûn kû derê ev desthilatdar jî wê biçe wê derê. Dibêje qey wê bi tirsandinê teslîm bigirin. Dibêjin qey wê bi berdewamkirina îxtidara zilmê bigihêjin 2023'yan. Lê, hûn ê bi ser nekevin. Hûn ê nikaribin îxtidara zilmê bidomînin. Ji ber ku hûn li lingên xwe didin" kir.
'LI DIJÎ QESRÊ ME BLOKA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ YA GELAN AVA KIR'
Yuksekdag got ku desthilatdariya AKP'ê li dijî akademîsyen, xwendekar, hunermend, rojnameger, kedkar û hemû derûdorên demokratîk şer vekiriye û ev tişt anî ziman: "Qesr dijminê zarok û jinên ku nêzî wê nabin e jî. Hewl dide gelên Tirkiyeyê bixe nava şer. Ciwanên Kurd û Tirk tîne li hemberî hev û bi vî rengî dixwaze îxtidara xwe bidomîne. Yên ku feda dikin tenê zarokên xizanan e. Bûne îxtidara şerekî ewqasî qirêj. Em ê li dijî Qesrê bêdeng nemînin ku jiyana me tarî bike. Em soz didin ku bi ser kevin. Li dijî qesrê em ê bloka aştî û demokrasiyê ya gelan wekî hêza gelên Tirkiye û Kurdistanê derxînin holê."
'TI DÎKTATOR NIKARIN GELÊN BIRÊXISTINKIRÎ TÊK BIBIN'
Yuksekdag wiha axivî: "Em ê ji bo azadiyê li ber xwe bidin, em ê azadiyê bi berxwedana jiyana nû xurt bikin" û bi vî rengî bal kişand li ser girîngiya berxwedanê. Yuksekdag wiha got: "Ji bo civakeke azad û nû em ê rêxistibûna jiyana nû ya HDP'ê xurtir bikin. Wê dîktator nikarin gelên rêxistinkirî tênk bibin."
'EV BÛHAR WÊ BIBE BÛHARA GELAN'
Yuksekdag bal kişand li ser dorpêç û êrîşên dewletê yên li Kurdistanê jî û wiha axivî: "Vaye Bûhar hat. Ev Bûhar wê bibe Bûhara gelan. wê bi rêxistinbûna HDP'ê ve veguhere Bûhara berxwedanê. Em ê bi hemû cudatiyê xwe ve Mezopotamyayê bikin welatê hevpar. Hekî HDP em ê bi awayeke xurtir pêş ve bibin. Silav ji Gever, Nisêbîn û Silopya re. Ev welat ne yê kesên ku nikarin welat bi rê ve bibin û dibêjin wê ji welatîbûnê bavêjin e. Ev axa ne ya te ye. Hesabê Qesrê ev e; ji welatîbûnê bavêji, xwe xilas bike. Bi faşîzmê re çavên wî tarî bûye. Gelên Tirkiyeyê ligel derbekaran jiya û da jiyandin, hûn ê biçin û ev gel wê bimîne. Evren mir, generalên faşîst mirin, ev zilm li cem wî nema. Wê rojekê ew jî bimire. Bibore ti jî fanî yî. Lê, pêşeroja gelan fanî nîne, bi kok e. Wê têkoşîna gelan bi ser keve. Dorpêça li Îmraliyê destpê kir. Yên ku ew tecrîd û dorpêç dan destpêkirin piştre jî bi dehan bajarên Kurdan dorpêç kirin. Qatlîam bi dawî nabin, lê berxwedan jî bi dawî nabe. Em ê wekî HDP'ê bibin navenda berxwedanê."
Yuksekdag herî dawî got ku divê piştevaniya bi gelên Kurdistanê re bidome û ji bo 1'ê Gulanê jî anî ziman ku wekî HDP her tim li cem karker û kedkaran cih girtine, eger karker rabin li ser piyan tiştekî ku neyê qezenckirin wê nemîne.
Piştî axaftinan, raporên xebatê hatin xwendin. Piştre jî rêveberiya nû hate diyarkirin. Ayten Yilmaz û Îbrahîm Ergîn bûn Hevserokên HDP'ê yên Kocaeliyê.