Yuksekdag: Birêz Ocalan 10 xal weke bingeha pêvajoyê destnîşan kir

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyameke dîrokî û stratejîk a ji bendewariyên gelan, weşandiye.

Yuksekdag got, "Birêz Ocalan careke din destnîşan kir ku bicihanîna 10 xalên hatin aşkerakirin, bingeha pêvajoya demokratîkbûyîn û çareseriyê ye" û diyar kir ku divê AKP tavilê gavê biavêje.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroz Amedê de hat xwendin, ji ANF'ê re nirxand...

'BIRÊZ OCALAN DAXWAZA GELAN VEGOT'

Yuksekdag diyar kir ku ne tenê gelê Kurd hemû gelên bindest ên li Tirkiyeyê û gelên herêmê bi kelecaneke mezin li benda peyama Ocalan a Newrozê bû û got, "Daxwaza mafên demokratîk û aştiyane ya mîlyonan, di vê demê de bi xurtî hatiye nîşandan. Nameya Birêz Ocalan, di serî de daxwazên gelê Kurd û gelê Tirk, xwestekên tevahiya gelên Rojhilata Navîn nîşan daye. Ne tenê naveroka van daxwazan nîşan da, di heman demê de rêya ber bi aştî, azadî û demokrasiyê, careke din bi xurtî nîşan da."

'JI AKP'Ê XWEST KU TAVILÊ GAVÊ BIAVÊJE'

Yuksekdag bal kişand ser deklarasyona li Dolmabahçeyê ji aliyê HDP û AKP'ê ve hat xwendin û got, "Birêz Ocalan ji nû ve destnîşan kir ku bicihanîna 10 xalên hatin aşkerakirin, bingeha pêvajoya demokratîkbûyîn û çareseriyê ye. Xala herî balkêş a di peyamê de hat destnîşankirin ev e. Yanî; lihevkirina pîvanî ya li gorî deklarasyonê û bicihanîna wezîfeyên dikevin ser milê aliyan. Bêçekbûyîn jî di nav de rêya çareseriyê bi taybetî bi helwesta hikûmeta AKP'ê ya li gorî pîvanên li hevkirinê û avêtina gavên lezgîn ji bo demokratîkbûyînê ve girêdayî ye. Ji xwe Tevgera Azadiyê ya Kurd zêdeyî 15 sal in di çareseriyeke siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd de israr dike û di vê çarçoveyê de gelek gavên krîtîk heta niha avêt. Lê belê hemû pêvajoyê hatin amadekirin, ji ber navêtina gavan ji aliyê dewletê ve, vala hatin derxistin. Ev peyam Birêz Ocalan asta herî bilind a samîmiyeta Tevgera Azadiyê ya Kurd di rêya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyînê de ye."

'XWEDÎ GIRÎNGIYEKE STRATEJÎK Û DÎROKÎ YE'

Yuksekdag da zanîn ku yek ji aliyên herî xurt ên peyama Ocalan, xala Mala Hevpar a Demokratîk a Rojhilata Navîn e, ku avakirina li ser bingeha azadî, wekhevî û biratiya gelan a tevahiya Rojhilata Navîn îfade dike, ye û anî ziman ku li cihekî hêzên emperyalîst bi rêya hêzên weke DAIŞ'ê gelên Rojhilata Navîn parçe dike û bi hev dixîne de, Ocalan bêyî derxistina pêş a berjewendiyên neteweyî û baweriyan, li ser bingeha wekheviya hemû gelan, jiyaneke nû ya hevpar destnîşan dike. Yuksekdag destnîşan kir ku ev peyam xwedî girîngiyeke stratejîk û dîrokî ye û axaftina xwe wiha dewam kir:

'BI XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ RE EM Ê BERSIVÊ BIDIN'

"Hem çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê hem jî destketiyên şoreşa Rojava, divê weke bingeha avakirina Mala Hevpar a Demokratîk a Rojhilata Navîn bê dîtin. Bersiva gelên me ya li peyama Newrozê ya Birêz Ocalan, di vê çarçoveyê de wê xurtkirina têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê be."