YSK’ê îtîrazên HDP’ê yên ji bo Şirnexê red kir
HDP’ê navenda Şirnexê, Qileban û Elk jî tê de ji bo 10 cihan îtîrazî Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kiribû. Îtîrazên awarte yên HDP’ê ji aliyê YSK’ê de hatin redkirin.
HDP’ê navenda Şirnexê, Qileban û Elk jî tê de ji bo 10 cihan îtîrazî Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kiribû. Îtîrazên awarte yên HDP’ê ji aliyê YSK’ê de hatin redkirin.
Rêxistina Şirnexê ya HDP’ê ji ber ku di hilbijartina 31’ê Adarê de bi hezaran leşker û polîs li bajêr hatibûn qeydkirin, ji bo betalkirina hilbijartinê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dabû.
HDP’ê ji bo ku hilbijartina li Qesrik, Basa, Findik, Qileban, Sêgirkê, Hîlal, Sirtkoy, Elk û Gorumluya Silopiyê were betalkirin serî li YSK’ê dabû. Ev serlêdan hate redkirin.
Hevserokê HDP’ê yê bajarê Şirnexê Zekî Îrmez diyar kir, ji ber ku gelek polîs û leşker hatine qeydkirin qedera hilbijartinê hatiye guherandin û ew ê serlêdanên hiqûqî bidomînin.