YRA: Rûdaw Tv derbarê saziya me de nûçeyên nerast diweşîne

YRA: Rûdaw Tv derbarê saziya me de nûçeyên nerast diweşîne

Yekitiya Ragihandina Azad YRA, diyar kir ku televîzyona Rûdaw li ser saziya wan nûçeyên ji rastiyê dûr weşandine.

Yekitiya Ragihandina Azad YRA daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, televîzyona Rûdaw li ser axaftinên nûçegihanê xwe yê bajarê Hesekê Ferhad Hemo der barê saziya wan de nûçeyên derew yên wekî, “YRA nûçegihanê Rûdawê ji avahiya saziyê derxistiye” weşandine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev nûçe ji rastiyê dûr in, YRA ji hemû rojnamevanan re vekiriye û  ev tişt hatin gotin:  “Di destpêka şoreşa Sûriyê de gelê Rojava saziyên xwe yên çandî û ragihandinê ava kirin, rojnamevan û saziyên çapemeniyê jî xwe di bin siya saziya Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) de birêxistin kirin. YRA wekî saziyeke sivîl bi armanca ku hemû rojnamevan karibin nêrînên xwe bi awayekî azad û serbixwe ragihînin hatiye avakirin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her roj bi dehan rojnamevanên Kurd û Ereb ji hemû deverên Sûriyê serî li YRA’yê didin, sazî jî bi hemû derfetên xwe alîkariyên pêwîst dike.

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li hemberî vê yekê nûçeyên nerast têne weşandin û wiha hate domandin:  “Cihê mixabiniyê ye ku qenala televiyona Rûdaw li ser zimanê nûçegihanê xwe yê bajarê Hesekê Fehad Hemo derbarê saziya me de nûçeyên derew weşandine. Rûdaw'ê di nûçeya xwe de diyar kiriye ku, saziya me nûçegihanê wê pêşwazî nekiriye, karên wî asteng kirine û ew ji avahiya saziyê derxistiye. Lê nûçegihanê Rûdaw'ê yê Hesekê Ferhad Hemo 3’yê Îlonê serî li saziya me daye, lêborîn xwestiye û diyar kiriye ku nûçeya Rûdaw'ê weşandiye nerast e û wî ew agahî nedaye.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, Ferhad Hemo ji rayedarên Rûdaw'ê xwestiya ku lîsteya navên xebatkarên televîzyonê yên li Rojava Kurdistanê pêşkêşî YRA'ê bike, lê rayedaran hemû xebatkarên xwe bi gotinên wekî, “ger ku hun bi YRA'yê bikevin nava têkiliyan em ê we ji kar bavêjin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ji ber helwesta wî ya azad spasiya rojnamevan Ferhad Hemo hate kirin.