YPG: Di 48 saetên dawî de 43 çete hatin kuştin
YPG: Di 48 saetên dawî de 43 çete hatin kuştin
YPG: Di 48 saetên dawî de 43 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di pevçûnên ku 48 saetên dawî de li Serêkaniyê û herêma Çilaxa derketin de, bi giştî 43 endamên komên çete hatine kuştin û 4 wesayîtên doçka hatine rûxandin.
Navenda Çapemeniyê û Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê pevçûnên 48 saetên dawî yên di navbera hêzên YPG'ê û komên Dewleta Îslamî/El-Nusra û hinek komên Artêşa Azad de li Serêkaniyê û herêmê Çilaxa ya Girkê Legê derketine de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Serekaniyê di nava 2 rojan de 3 caran şerên dijwar rûda ne û wiha hate gotin: "Komên çete ji aliyê Til Xelef ve xwestin êrîş bikin, lê hêzên me bersivên tund dan. Di encama van şerên ku li ser riya Til Xelef rûdan de, 3 wesayîtên doçka hatin rûxandin û 21 endamên komên çete hatin kuştin."
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gundên Til Elo, Sefa û Girhok ên herêma Çilaxa ya girêdayî Girkê Legê jî şer û pevçûn derketine û ev agahî hatin dayîn: "Di pevçûnên li derdora gundê Til Elo de, navenda komên çete ya li nêzî gund, bi çekên giran hedef hate girtin û hate rûxandin. Di encama şer de wesayîtek doçka hate rûxandin û 8 endamên çeteyan hatin kuştin. Li gundê Sefa jî li nêzî navendek çeteyan şer rû da. Di encam vî şerî de jî 5 çete hatin kuştin. Li gundê Girhok jî dema komên çete dixwestin pêş bikevin, rastî bersiva hêzên YPG'ê hatin. Hêzên me bi çekên giran li hemberî çeteyan çalakî lidar xistin û di encamê de navenda komên çete ya li vî gundî şewitî û 9 çete hatin kuştin."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku di şerên 2 rojan de şervanekî YPG'ê jî jiyana xwe ji dest daye.