Yildirim ê sewqî Îmraliyê hat kirin şandin Boluyê
Girtiyê bi navê Mehmet Saît Yildirim ê ku yek ji girtiyên sewqî Îmraliyê li cem Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin bi sedema ku nexweş e, careke din birin Girtîgeha Tîpa F a Boluyê.
Girtiyê bi navê Mehmet Saît Yildirim ê ku yek ji girtiyên sewqî Îmraliyê li cem Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin bi sedema ku nexweş e, careke din birin Girtîgeha Tîpa F a Boluyê.
Girtiyê bi navê Mehmet Saît Yildirim ê ku yek ji girtiyên sewqî Îmraliyê li cem Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin bi sedema ku nexweş e û divê li nexweşxaneye hemû derfet lê hene bê dermankirin, careke din birin Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Li aliyê din serlêdana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji bo bi girtiyan re hevdîtinê pêk bînin jî bi hinceta “keştî xerabe ye” hate redkirin.
Girtiyê bi navê Mehmet Saît Yildirim ê ku yek ji girtiyên sewqî Îmraliyê li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin bi sedema ku nexweş e û divê li nexweşxaneye hemû derfet lê hene bê dermankirin careke din birin Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Li aliyê din parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên nû sewqî giravê hatin kirin Çetîn Arkaş, Nasrullah Kuran, Omer Hayri Konar û Veysî Aktaş re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan hate redkirin. Hate hinbûn ku hinceta “keştî xerabe ye” serlêdan hatiye redkirin.
Dîsa serlêdana malbatan jî hate redkirin. Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xizmên Çetîn Arkaş, Nasrullah Kuran, Omer Hayri Konar û Veysî Aktaş ji bo biçin giravê serî li dozgeriyê dan lê ev serlêdan jî bi hinceta “keştî xerabe ye” hate redkirin.