Yekîtiya Êzdiyên Heide duyemîn kongreya xwe li dar xist

Yekîtiya Êzdiyên Heide duyemîn kongreya xwe li dar xist

Duyemîn Kongreya Asayî ya Yekitiya Êzdiyên Heide ya Almanyayê roja yekşemê pêk hat. Kongre bi tevlibûna zêdetirî sed endam û hin mêvanên ji bajarokê Hodenhagenê hatibû, hate lidarxistin.

Di kongreyê de ewil deqeyek rêz ji bo şehîdên azadiyê û Cangoriyên Êzdiyan, hat girtin. Piştre ji bo rêvebirina kongreyê dîwanek hat hilbijartin û mêvanan peyamên xwe dan.Di peyaman de de rewşa kurdan a li rojavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê hatin nirxandin. Li peyamên hatin dayîn raporên xebatê û aborî hatin xwendin.

Endaman nêrînên xwe der barên raporan de anîn ziman û rexne û pêşniyarên xwe bilêvkirin. Bi giştî kar û xebata du salan a Yekitiya Êzdiyên Heide tevî ku xebateke nû ye jî, bi erênî hatin ditîn. Piştre jî plansaziya du salan hat kirin û rêveberiyeke ji 17 kesan pêk dihat hate hilbijartin. Rêveberiya nû wê di nava vê hefteyê de li hev bicive û di nava xwe de kar parve bike. Li gorî plansaziya du salan divê Malek Êzdiyan li herêmê were vekirin.