Di vê hefteyê de li paytexta başûrê Kurdistanê peymanek girîng di navbera Meclîsa Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê û Meclîsa Gel li Rojavayê Kurdistanê hate morkirin. Ev peyman bi alîkariya Serokê Herema Başûrê Kurdistanê Mesûd Berzanî pêk hat. Ji bo parastina gelê Kurd li rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê û bicihanîna mafên wî û yekdengiya Kurdan li hemberî hêzên muxalefeta Ereb, ev peyman gavek pir watedar û girîng e. Pirsgirêka Kurd bi vê peymanê re dikeve qonaxek nû.
Di 16 mehên derbasbûyî yê serhildana gel li Sûriyeyê de gelek ratstî derketin holê. Hate xuyakirin ku li himberî gelê Kurd gelek dek û dolab hene. Gelek alî xwe li dijî hebûn û nasnameya Kurdan ranagirin û pîlanên têkbirina Kurdan amede dikin. Di serî de dewleta Tirk, bi hemû hêza xwe hewl dide Kurdan ji meydana siyasetê derbixe û di sazkirina pêşeroja Sûriyeyê de wan bê bandor bike. Dewleta Tirk û AKP’ê bi riya hêzên muxalefeta Sûriyeyê û hin komên Kurd yên bi çûk dixwaze bi giştî Kurdan têk bibe, bi taybetî jî hizra Tevgera Azadiya Kurdistanê vala derbixe.
AKP’ê di dawiya Nîsan a 2011’an de hewl da hin ‘pêşniyaran’ ji bo Beşar Esad bişîne û rejîma wî ji vê tengasiyê xelas bike. Wê demê serhildana gelê Sûriyeyê yekmehî bû. Bi qasî 500 kes hatibûn kuştin. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Ahmed Davutoglu çend caran serdana Şamê kir û ‘pêşniyar” ji bo Esad pêşkêş kir. AKP’ê ‘Pakêta Reforman’ jî diyarî rejîma Esad kir. Di vê ‘pakêtê’ de çend xalên yekser elaqedarî pirsgirêka Kurdên Rojava hebûn. Bi taybetî forma Xweseriya Demokratîk dihat redkirin û wek şêweyek ji şêweyên ‘cûdaxwaziyê’ dihat destnîşankirin. Jixwe “damezrandina partiyên siyasî li ser bingehek etnîkî” jî dihat redkirin. Bi gotinek din, AKP’ê di nav van ‘reforman’ de bêparkirina Kurdan di pêvajoya siyasî ya nû li Sûiryeye de ji xwe re kiribû hedefa bingehîn. Dixwest mafên Kurdên Rojava ne zêdeyî ‘mafên’ birayên wan yên ‘takekesane’ li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê be.
Lê Beşar Esad ev “pakêta reforman” ya AKP’ê cidî negirt û prosesa kuştinê berdewam kir. Li himberî raya giştî ya Ereb, AKP’ê xwest xwe dûrî Esad bike û siyaseta xwe li gorî helwesta DYA û NATO yê saz kir. Lê ji bo wê, her Kurdên Rojava wek hedefek sereke man, ku divê ew tu mafan bi dest nexin û ji bo wan qet Xweseriya Demokratîk wek formekî destûrî neyê qebûlkirin. Jixwe qet nabe ku di destûra bingehîn ya Sûriyeyê de Kurd mîna “Gelê Kurd” bên tarîfkirin. AKP’ê bi riya hevkarên xwe yên di nava Meclîsa Stenbolê de, bi taybet jî rêxistina Birayên Misliman, xwest Kurdan tengav bike û wan li derveyî pêvajoyê bihêle.
Wek tê zanîn, Meclîsa Stenbolê ket bin kontrola rêxistina Birayên Misilman û ev jî hevkara AKP’ê ya herî nêzîk e. Vê Meclîsê hin daxuyaniyên djimnane li himberî Kurdan belav kir û eşkere destek da siyaseta înkar û tinekirinê ya dewleta Tirk li himberî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê. Jixwe di kongreyên Stenbol û Qahîreyê de jî rê li ber Kurdan girt û qet nasîna mafên wan di Sûriyeya pêşerojê de qebûl nekir.
Li dijî liva gelê Kurd û hêza wî li Rojava û Sûriyeyê, dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê siyasetek 2 alî meşandin û hîna dimeşînin.
Yekem: Rêlibergirtina Meclîsa Niştimanî ya Kurd, ku divê li derveyî Meclîsa Stenbolê bimîne. Jixwe hewl tê dayin ku ev Meclîsa Stenbolê wek nûnerê gelê Sûriyeyê û tevahiya serhidlanê were nasîn.
Duyem: Antî-propagendeyek mezin û bi rêk û pêk li dijî PYD û birêvibirina karên îstxbaratî li rojavayê Kurdistanê bi armanca têkbirina hêza siyasî û rêxistinî ya PYD û alîgerên Tevgera Azadiya Kurdistanê. Ji ber hindê hemû cûreyên bêbextî, derew û iftîrayan hatin kirin. PYD bi alîkariya rejîma Esad hate tewanbarkirin. Wek dijberê ‘Artêşa Azad’ hate diyar kirin. Aramac ew bû ku Kurd mîna “dijminê serhildana gel” bên xuyakirin da ku li dijî wan hêrsa gelê Sûriyeyê zêde bibe û zemîneke redkar ya giştî li dijî mafên wan derkeve holê. Di heman demê de, dewleta Tirk û AKP’ê jî wek “hevalbendê gelê Sûriyeyê û neyarên Esad” têne pêşkêşkirin.
Di warê praktîkî de, komên ajan ku AKP’ê bi çek û pereyan amedekiribûn, li dijî alîgerên PYD’ê dest bi çalakiyên çekdarî kirin. Yek ji kadroyên Tevgera Ciwanên Kurd qetil kirin. Hewl dan gel li Efrînê çavtirsandî bikin. Ev ‘Artêşa Azad’ jî hin daxuyaniyên djiminane li dijî Kurdan dan. Divê bê zanîn ku herema Efrînê ji aliyê dewleta Tirk wek hedef hatiye nîşan da. Efrîn nêzî heremên şerê mezhebî ye( mîna Idlib û bejahiya Helebê) û li wir heremek tampon tê pîlankirin. Her weha gelê Efrînê bi welatparêzya xwe tê nasîn û bi sedan tekoşer di şoreşa Kurdistanê ya li dijî dagirkiriya dewleta Tirk de daye. Ji ber vê yekê divê Efrîn bi rêk û pêk û ji aliyên hemû Kurdan ve bête parastin.
Dewleta Tirk her wiha hewl dida ku partî û hêzên din li himberî PYD’ê bikar bîne. Hewl dida bi alîkariya hikûmeta Başûr van partiyan bixe bin kontrola xwe û şerekî di nava Kurdan de dirust bike. Lê hikûmeta Başûr nehat lîstikê û ev yek qebûl nekir. Bi imzakirina peymana Hewlerê îradeyeke Kurd ya azad derket holê. Di bin çavdêriya hikûmeta Başûr û birêz Mesûd Berzanî û rêvibirya KCK peymanek giştî di navbera 2 hêzên Kurdên rojava de hate imzakirin.
Ev peyman çarnûssaz e. Divê baş bê parastin û xal bi xal were pêkanîn. Ew komîteya bilind ya hatiye sazkirin, divê mîna muxatebê pirsa Kurdan bê qebûlkirin. Bi riya vê komîteyê rê li pêşiya mudaxeleya dewleta Tirk tête girtin. Ew komên Kurd yên bi desteka wê hatin bicihanîn, divê ji Efrînê dûr bikevin. Pêwîste kômîteya bilind bangê li van koman bike ku herema Kurdan terk bikin. Divê ew dokumenta ku ji konslosa Tirk ya li Hewlerê hatibû derxistin û ji bo raya giştî hatibû belavkirin, ji aliyê vê komîteyê were red kirin. Divê hin aliyên di nava Meclîsa Niştimanî ya Kurdî de têkiliyên xwe yên bi derdorên dijberê Tevgera Azadiya Kurdistanê bibirîn. Eger na, divê ev alî werin bi nav kirin û şermezarkirin û tedbîr li dijî wan werin setendin.
Ev peyman hêza Kurdan û gotina wan dike yek, ji ber hindê ewê rastî gelek êrîş û mudaxeleyan were. Dewleta Tirk û zilamên wê dê hewl bidin nakokiyan dursit bikin û vê peymanê têk bibin.
PYD’ê heta dawiyê bi vê Peymanê re ye û dimîne girêdayî wê. Her weha hemû hêzên welatparêz yên Kurd jî. Divê ew çend kesên ku berê têkilî bi AKP’ê re danîne, ji ya xwe vegerin û kenalên bi dewleta Tirk re bigrin. Niha atmosfêrek xweş heye û dergehê lêborînê vekirî ye. Peymana Hewlerê sêwana hemû Kurda ye, loma divê bête parastin û xurtkirin.
-Yenî Ozgur Polîtîka