Yekemîn bersucê tecawiza komî sûcdar hat dîtin

Yekemîn bersucê tecawiza komî sûcdar hat dîtin

Tecawîzkarê yekemîn yê wehşeta tecawiza komî ya Yenî Delhî, li dadgehê sûcdar hat dîtin.

Tecawîzkarê dema sûc kir 17 salî bû, rastî 3 sal û ceza hat. Tecawîzkarê ku tê gotin zaroke, wek her çar tecawizkarên din sûcdarî red kir. Dadgeh ji bo her çar tecawîzkarên din ku dê doza wan dê di meha îlonê de bi encam be, dibe ku cezayê darvekirinê bide.

 6’e tecawîzkarê wehşeta tecawiza komî di meha Adarê de li girtîgehê miribû. Rayedaran diyar kiribûn ku dibe bersûc xwe întîxar kiribe.

Bûyera tecawizê li Yenî Delhî di 16’ê kanûnê de pêk hatibû. Xwendekara 23 salî di mînubusê de rastî tecawizê hatibû û piştre hatibû kuştin. Hevalê jina ciwan jî bi giranî birîdar kiribûn. Jina wican di 29’ê Kanûnê de li Sîngapurê jiyana xwe ji dest dabû.