Yekane rêya çareseriyê dîyalog e

Yekane rêya çareseriyê dîyalog e

Yek ji kesên ji qada navneteweyî hatine û Doza Sereke ya KCK’ê ya Stenbolê ya rêveber û endamên BDP’ê jê tê darizandin dişopîne Serokê Weqfa Bertrand Russell a li Îngilîstanê Tony Simpson e.

Simpon ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku darizandina li vir dişibe darizandinên girseyî yên berê li Îrlandayê pêk dihatin. Simpon îşaret bi leşkerên li hundir û derdora edliyeyê jî kir û got;"Ez li vir girtîgeh û dadgeheke pir mezin dibînim.”

'NE PIRSGIRÊKA ÎRLANDAYÊ, PIRSA ÎRLANDAYÊ'

Simpon destnîşan kir ku êdî li Îrlandayê “pirsa Îrlandayê” ketiye şûna “Pirsgirêka Îrlandayê” û der barê ezmûn û ceribandinên Înglîstanê de wiha got: "Berê jî li Îngilîstanê endamên Sinn Fein, an jî kesên ku dihat gotin ku têkiliya wan bi IRA’yê re hene, bê ku werin darizandin, diavêtin blokên H ên girtîgehan. Bobby Sands û hevalên wî di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan. Evane di dema Thatcher de qewimîn. Dewleta Brîtanyayê dersek ji vir derxist. Dest bi ceribandina rêbazên cûda kir. Biryar da ku rêbaza siyasî biceribîne. Gelek aliyên Tony Blair ên ku mirov rexne bikin hene, bi taybet jî di pirsgirêka Iraqê de. Lê Tony Bliar û ekîba xwe ji bo pirsa Îrlandayê bi gelek aliyan re axivîn. Bi endamên girîng ên Sinn Feinê re, bi ji fermandarên girîng ên IRA’yê Martin McGuinness re axivîn û pêşketinek çêbû.Ev pêşketinên wiha bi dadgehan pêk nayên, encex dikarin bi siyasetê pêk bên."

'PIŞTÎ 90 SALAN DEST DAN DESTÊ HEV'

Simpson bi bîr xist ku her çendî Îngilîstanê di sala 1922 de dest ji Îrlandayê berda, piştî 90 salan cara yekemîn Qralîçe û Martin McGuinness dest dan destê hev, bal kişandin ku yekane rê diyalog e.

Serokê Weqfa Russel Tony Simpson got ku her tim baskek siyasî yê ÎRA’yê hebû û wiha domand; “Ji ber wê jî ji bo diyalogê aliyek wê hebû. Parlementoya Ewropayê jî di çareseriya pirsgirêkê de alîkarî da. Endamên PE’yê, ji Protestanan Ian Paisley, li Katolîkan John Hume. Belfasttan pir dûr e, li PE'yê hevdîtin pêk anîn."

Simpson peymana “Good Friday” (Îna Baş) a di sala 2002 de hat pêkanîn bi bîr xist û got; “Pêwîstiya Tirkiyeyê jî êdî bi peymanek mîna Peymana Good Fridayê heye. Ew peyman di navbera Katolîk, Protestan û hikûmeta Îngilsîtanê de pêk hat. Ew pêvajoya diyalogê heta niha jî berdewam dike."