Yek ji du birayên polîsan birîndar kir jiyana xwe ji dest da

Yek ji du birayên polîsan birîndar kir jiyana xwe ji dest da

Emrah Barlak yê li navçeya Karabaglar ya Îzmîrê ji aliyê polîsan ve ji zik û lingê xwe birîndar bû jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku, Erhan Barlakê ji lingê xwe jî birîndar bûyî rewşa wî girane, her wiha hate zanîn ku, rewşa Farûk Karhan jî ber bi başbûnê ve diçe.

Li Semta Lîmontepe ya navçeya Karabaglar ya Îzmîrê di encama qezaya wesayîta polîsan ya fermî û sivîlan de, nîqaş derketibû û polîsan 2 bira bi giştî 3 hemwelatî dabûn ber guleyan. Emrah Barlakê ku ji aliyê polîsan ve ji zik û lingên xwe birîndar bûyî, rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrt û emeliyatkirin jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin ku, Erhan Barlak yê birayê Emrah ku ew jî bi guleya polîsan birîndar bibû rewşa wî jî giranbûye, hate hînbûn ku, rewşa Farûk Karhan jî ber bi başiyê ve diçe. Dema ku malbata Emrah Barlak bihîst kurê wan jiyana xwe ji dest daye li ber deriyê Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê qrîza sînîr derbaz kirin. Di ketin û derketina nexweşxaneyê de gelek polîs bicih kirin.