YE’yê ji ber Zana Tirkiyeyê rexne kir

YE’yê ji ber Zana Tirkiyeyê rexne kir

Di Parlementoya Ewropayê de pêşniyarpirsa der barê cezayê li Leyla Zana hate birîn, hate bersivandin. Di bersivê de hat diyarkirin ku YE ji cezayê ku li Zanayê hate birîn “bi fikar e.”

Parlementoya Ewropayê, pêşniyarpirsa Parlementerê Sosyalîst ê ji Qibrisê Antigoni a bi sernavê “Leyla Zana careke din ceza wergirt” bersivand. Berpirsê Berfirehkirina Komîsyona Ewropayê Stefan Fule rexneya dewleta Tirk a der barê Zanayê de rexne kir. Fule da zanîn ku ew ji biryara der barê Zanayê de hate dayîn bi fiark in û

Fule bal kişand ser qanûan li dijî terorê ya Tirk û da zanîn ku Tirkiye cûdahî naxe navbera ‘raman û tundiyê’ û destnîşan kir ku şîroveya “terorîzmê” ya dadgehên Tirk pir berfireh e û xwest cûdahiyeke aşkere bixe navbera sucên tundiyê û ramanên ji tundiyê dûr.