YE: Tecrîda li ser Ocalan binpêkirina PMME’yê ye

YE: Tecrîda li ser Ocalan binpêkirina PMME’yê ye

Komîserê berpirsê karê cîraniya baş û firehbûna Yekîtiya Ewropa (YE) Stefan Fule pirsên endamên Koma Keskan a Parlamentoya Ewropaye, yên der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bersivand. Fule diyar kir ku astengkirina hevdîtinên Ocalan û parêzeran dibe ku binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a Ewropa (PMME) be.

Ji koma Keskan Parlamenterê Korsîkayî François Alfonsi û Serokê Gundiyan Parlamenter José Bové ku, der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêşniyarpirsek dabûn Parlementoya Ewropayê. Komîserê berpirsê karê cîraniya baş û firehbûna Yekîtiya Ewropa (YE) Stefan Fule bersivand.

Bersiva Fule ya roja 10’ê tîrmehê ku kopyayek wê kete destê ANF’ê, tîne ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpêkirina PMME’yê û hiqûqa tirkan bi xwe ye jî. Di bersivê de Fule wiha dibêje: “Ez bi bîr dixînim ku PKK wekî rêxistineke terorîst di lîsteya rêxistinên terorîst de ye û digel vê Yekîtiya Ewropa bi Tirkiyeyê re hevkariya li dîjî terorîzmê didomîne. Lê der barê tecrîda li ser Birêz Ocalan de, Yekîtiya Ewropa agahî girtiye ku hemû hewildanên hevdîtina Ocalan bi parêzeran re hatiye redkirin. Ev yek jî dikare bibe binpêkirina PMME û hiqûqa Tirkan bi xwe jî.”

PÊWÎSTÎ BI AŞTIYÊ HEYE

Fule aşkera kir ku, di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de li ser tedbîrên diyar pêwîstî bi lihevkirinê heye, her wiha bang li hemû aliyan kir ku ji bo “aştî û aramiya” mayînde bixebitin.

Fule wiha got: “Yeketiya Ewropayê ji hemû aliyan dibêje, ji bo xweşî û aştiyê ji hemwelatiyên Tirkiyeyê re bîne pêwîste bênavber bixebite. Li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê pêwîstî bi aştî, demokrasî û aramî, her wiha pêşketina civakî, ekonomîk û çandî heye.”

Komîserê berpirsê têkiliyên cîrantiya baş û berfirehbûna YE’yê Stefan Fule diyar kir ku, ev jî tenê dikare “li ser tedbîrên diyar yên pêşxistina mafên civakî, aborî û çandî yên gelê herêmê hedef digirin li ser konsensusekê pêk bê.”

Di pêşniyarpirsa ku Françolis Alfonsi û Jose Bove dayî de hate gotin ku, ji Tîrmeha 2011’an ve heya niha têkiliya Ocalan ya bi derve re hatiye qutkirin, her wiha parêzer û malbatê jê agahî negirtine. Bal kişandin ser pêşketinên siyasî yên derdora pirsgirêka Kurd jî hene. Di pêşniyarpirsa ku tê de tê gotin, her roja ku diçe şer û pevçûn zêdetir dibin, bi hezaran endamên BDP’ê hatine girtin û her wiha bi bîr xist ku di nava van de gelek kesên hilbijartî jî hene.

Parlementerên derdorparêz gotin ; “li hemberî van zextan, milîtanên Kurd bi awayek biryardar angajeyî protestoyê bûne” û bi bîrxist ku bi sedan girtiyên li girtîgehan di meha Sibat û Adarê de greva birçîbûnê bi rê ve birine. Dîsan li gel vê parlementeran bal kişand çalakiya li Starsbourgê ku 5 jê jin 15 kesên 52 rojan ketin greva birçîbûnê. Parlementeran fikarên çalakvanên greva birçîbûnê yên di der barê rewşa Ocalan di pêşniyarnameya xwe de ji Fule re ragihandin.

Di pêşniyarpirsê de ev pirs jî hate kirin: “Di bingehê rêzdayîna mafê gelê Kurd ji bo di pirsgirêka Kurd de guhertinekî aştiyane çêbibe wê di nava hewildanek çawa de bin?”