'Ya rast em ê bidarizînin'

'Ya rast em ê bidarizînin'

Parêzerên parastinê beriya rûniştina doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê tên darizandin, daxuyaniyek dan û peyama “Ya rast em ê bidarizînin” dan. Parêzeran ji hempîşeyên xwe re azadî xwestin.

Rûniştina doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro dest pê dike. 34 jê girtî 43 parêzerên Ocalan piştî 8 mehan girtî man, cara yekemîn derdikeivn pêşberê dadgehê.

Bi sedan parêzer beriya rûniştinê li Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyek dan çapemeniyê û got; “Ya rast em ê bidarizînin” û ji hempîşeyên xwe re azadî xwest in.

Bi sedan parêzerên baroyên Stenbol, Enqere, Riha, Îzmîr, Mêrdîn û Şirnexê, û endamên ÇHD (Komeleya Hiqûqnasên Hemdem) beşdarî daxuyaniyê bûn. Her wiha gelek parêzerên ji Franse, Kaneda, Swîsre, Swêd, Almanya û Înglîstanê jî hatibûn beşdar bûn.

BI FERMANA DESTHILATIYA SIYASÎ HATIN GIRTIN

Ercan Kanar bi navê parêzeran daxuyanî da û diyar kir ku parêzerên parastinê serê sibê di encama êrîşeke mezin de hatine binçavkirin. Kanar got; “ Qûralên hiqûqê hatin binpêkirin, bi delîlên qaşo û bi fermana desthilatiya siyasî hatine girtin.” Kanar wiha domand; "Ev doza siyasî bi destê dadgehên cezayên giran ên taybet ên desthilatiya siyasî li hemberî hiqûqnasan derbeyek reş e. Ji niha û pêve ya rast di rûniştina vê dozê de bidarizînin em in. "

Parêzer Kanar diyar kir ku li hemberî hemû zextan ew ê ji bo lêgerîna mafê azadiyê ya hevalên xwe û parastina rûmeta pîşkeyê xwe tê bikoşin û got; “Ev derbeyeke hiqûqî ye.” Kanar wiha domand; "Hevdîtinên ji sala Ji 1999 ve bi Ocalan re pêk tên û hemû hevdîtin ji aliyê sazî û rayedarên dewletê ve tên tomarkirin, dikin hincet û di sala 2011 de jî derbeyeke wiha anîn rojevê.”

SEROKÊ BAROYAN LI ÇAGLAYANÊ YE

Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Vedat Ahsen Coşar ku ew jî beşdarî daxuyaniyê bû ew bi amracan azadiya ji bo mafê azadiya parastinê li edliyeyê ne û got; “Ji bo em nîşan bidin ku em bi hempîşeyên xwe re ne û ji bo parastina rûmeta pîşeya xwe em li vir in."

Serokê Baroya Enqereyê Metîn Feyzîolgû, diyar kir ku ew tevî gelek parêzerên xwedî nêrînên cûda yên siyasî ji Enqereyê hatiye û got; “Armanca me parastina parastinê ye.”

Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar jî bal kişand ser operasyonên di 15’ê mijdara 1993 de ku parêzerên Kurd kirin hedef û got; “Piştî 18 salan careke din parêzer hatin binçavkirin. Mixanbin dîsa parêzerên Kurd di hedefê de ne. Dixwazin hemû civakê û bi taybet jî Kurdan bê parastinê bihêlin. Em stûyê xwe li ber vê xwar nakin, bê deng nabin. Em ê li vir darizînin."

Serokê Baroya Stenbolê Umît Kocasakal jî destnîşan kir ku piraniya parêzerên hatine girtin endamên baroyan in û got; “Dê parêzerên me ji aliyê dadgehên bi taybet ji bo tasfiyekirinê hatine avakirin ve bên darizandin. Parêzer û parastin ji her demê zêdetir niha li Tirkiyeyê di bin zextan de ne. Lê dê ev tarîtî jî were derbaskirin."

Serokê Baroya Şirnexê Nûrîvevan Elçî jî bal kişand ser rêbazên ne hiqûqî û dozên siyasî û got; “Heta hevalên me ji vê doza balkêş neyên rizgarkirin, em ê heta dawiyê piştgirî bidin.”

Serokê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli jî bal kişand ku dadgehek ne xwedî tu bingehên qanûnî dê darizandinê pêk bîne û got; “Gelek endamên ÇHD’ê jî jî di hundir de rehîn hatine girtin. Ji ber ku dadgeha ku rûniştina dozê pêk bîne ne xwedî bingeheke hiqûqî ye. Em hatine hevalên xwe ji vir bigirin û bibin."

Li ser navê heyeta navneteweyî ya ji bo şopandina dozê hatibû Yudith Lintenberg, diyar kir ku ew ê piştî şopandina dozê raporek amade bikin.

Piştî daxuyaniyê parêzer çûn hundirê edliyeyê.