Li Mêrsînê zarokê Kurd ê Ferhat Sabah ê 16 salî, bi hinceta li ser Facebookê “tiştên rêxistinî parve kiriye”, dozger ew kir “endamê rêxistinê” û hat girtin.
Rejîma AKP’ê li aliyekê bi îdîaya “reforma darazê” kujeran serbest berdide, li aliyeke din jî bi hincetên pûç û vala terora girtin û binçavkirinê li ser zarok û xwendekarên Kurd dimeşîne.
Xwendekarê pola duwemîn a dibistana amadeyî Ferhat Sabah (16) ê bi eslê xwe ji navçeya Dihê ya Sêrtê ye û niha li taxa Şefketsumer a navçeya Akdenîza Mêrsînê dijî, hefteya borî di encama serdegirtina malan de hat binçavkirin. Piştre bi sucdarkirinên “endamê rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” şandin 4’emîn Dadgeha Sulhê ya Ceza ya Mêrsînê.
Sabah bi hincetên “tiştên rêxistinî li ser Facebookê parve kiriye”, “bi van rêya propgandaya rêxistinê kiriye” û “molotokokteyl avêtiye kargehekê” tê tawanbarkirin. Sabah diyar kir ku ew rûpela Facebookê ne ya wî ye, wî tu molotof neavêtiye û ew wêneyê di destê polîsan de jî ne yê wî ye. Sabah, di parastina xwe de got ku ew zarok e û dixwaze bi awayeke negirtî bê darizandin.
Dîwana dadgehê, bi hinceta dibe ku zarokê 16 salî bireve û wêneyê ku dişibe Sabah, parvekirinên li ser Facebookê û molotofê kirin hincet û biryara girtina wî da. HSYK’ê beriya demekê giştînameyek şandibû û dabû diyarkirin ku parvekirinên li ser Facebookê nabin delîl.
Li şûna ku Sabeh bişînin girtîgehek a zarokan, ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sergirtî ya Mêrsînê.
Bavê Ferhat Sabah, Bayram Sabah nerazîbûn nîşanî girtina zarokê xwe da û diyar kir ku kurê wî bi awayeke ne heq hatiye girtin.
Bav Saba, da diyarkirin ku kurê wî ji ber parvekirinên li ser Facebookê hatiye girtin û got ku kenê mirovan bi vê yekê tê. Sabah got ku tiştên li ser Facebookê hatine parvekirin jî ne yên kurê wî ne.