Endamên Kolektîfa Xwendekarên Enqereyê ku li ber Serokwezareta Tirk n çalakî pêk anîn, xwendekarên ku ji ber perwerdehiya bê pere xwestibûn hatibû girtin bibîr xist û Erdogan ji ber daxuyaniya wî ya rakirina pereyên zanîngehê jî ligel polîs gilî kir.
Endamên Kolektîfa Xwendekarên Enqereyê çalakiya protestoyî pêk anîn. Xwedekaran daxuyaniya Erdogan a ji bo rakirina pereyê Zanîngehê jî proteso kir û xwendekarên girtî bi bîr xistin. Xwendekaran dirûşmeyên ‘Baldar be serokwezîr tu sûc dikî’, ‘Baldar be dê te jî bigirin’ berz kirin û xwestin hevalên wan yên girtî bên berdan.
Xwedekaran da zanîn ku li welatê ku daxwaza perwerdeya bê pere sûc hesibandin, wê demê daxuyaniya Serokwezîr ji bo rakirina pereyê Zanîngehê jî sûce. Koma xwendekara bi lîstikek şanoyê lîstin û bi demanceyên avê polîs şil kirin.
Xwenekeran wiha got: “Serokwezîr ger tu samîmî bî divê xwendekarên ku hatin girtin jî bên berdan. Di YOK’ê de lîstika reformê dest pê kir. Emê vê lîstikê xera bikin. Ji berk u me perwerdeya bê pere xwestibû Erdogan ji me re gotibû ‘Edebsiz’. Bi sedan xwendekar niha girtîne. Erdogan jî derdixe daxive. Wê demê bila te jî bigirin.”