Xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê bi bomeya balê bikişînin ser xwendekarên girtî, çalakî pêk anîn û pankarta "Xwendekar di hepsê dene, dîploma di bin çavan de ne" vekirin û diyar kirin ku bi qasî xwendekarên mezûn bûne ew qas xwendekar jî girtî ne.
Xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê bi bomeya balê bikişînin ser xwendekarên girtî, li Kampusa Beyazîdê merasima mezûniyetê pêk anîn. Xwendekaran di merasimê de pankarta "Xwendekar di hepsê dene, dîploma di bin çavan de ne", "Ji xwendekarên girtî re azadî" vekirin û dirûşmeyên "Bi tena serê xwe rizgarî nabe, an bi hev re an qet" berz kirin. Xwenderan li vir meş pêk anî û piştî meşê li ser navê xwendearan Dîlan Oguz, daxuyanî da.
Oguz, anî ziman ku zext û zordariyên li ser wan zêde dibin û di salekê de hêjmara xwendekarên hatine girtin ji xwendekarêm mezûn bûne zêdetirin. Oguz, anî ziman ku 769 xwendekarên zanîngehê girtî ne û wiha got: "Li vî welatî ji ber ku em kurdin, em xizanin û em xwendekarên zanîngehê ne em tên girtin.
Xwendekaran pişti daxuyaniyê di merasimê de sonda ku bi destê xwe amade kiribûn xwendin û dawî li çalakiya xwe anîn.