Xizmên windayan bertek nîşanî Tartanê ku serdana Agar kir, da

Xizmên windayan bertek nîşanî Tartanê ku serdana Agar kir, da

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan bertek nîşanî Şaredarê Konakê yê CHP'î Hakan Tartan yê ku li girtîgehê Mehmet Agar yê ku navê wî di kuştinên kiryar nediyar de derbaz dibe ziyaret kir, dan û wiha gotin: "Hakan Tartalê ku bi kesayeta demokratîk pesnê xwe dide dê çawa berê xwe bide rûyê bi hezaran dayîkên windayan."

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan çalakiya xwe ya 2 hefteyan çarekê li ber Sumerbanka Kevin li dar dixin vê hefteyê li ber Şaredariya Konakê ya Îzmîrê li dar xistin. Di çalakiyê de xizmên windayan bertek nîşanî Şaredarê Konakê Hakan Tartanê ku Mehmet Agar yê ku di doza Susurlukê de 2 salan ceza girt ziyaret kir, dan. Di çalakiyê de pankarta "Winda diyarin kiryar li ku ne?" hate vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de dowîzên "Hakan, te Îkram Mihyaz ji Agar pirsî?" û "Ev şerm têra te heye Hakan" hilgirtin.

‘BILA DESTPÊKÊ HEVJÎNA UGUR, GULDAL MUMCU HESABÊ JI TARTAN BIPIRSE’

Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmîrê Nîzamettîn Aktaş têkildarî mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku, Şaredarê CHP'yî Hakan Tartan her tim bi demokratîkbûna xwe pesnê xwe dida, divê berî herî tiştî partiya wî berisiva pêwîst bide. Aktaş da zanîn ku, divê berê Hevjîna Ugur Mumcu Parlementera CHP'ê ya Îzmîrê Guldal Mumcu hesab ji Tartan bipirse.

ARMANCA SERDANÊ ÇIYE?

Aktaş xwest ku, ziyaret bi kîjan armancê pêk hat divê ji rayagiştî were aşkerekirin. Aktaş da zanîn ku, ji bo armanca ziyaretê hîn bibin bi rojane ji bo bigihijin rayedarên şaredariyê hewl didin lê heta niha tu kes peyda nekirin û wiha got: "Kesê ku bûye sedema ewqas êşan û gelek mirovên me qetilkirin û ev yek îtîraf dikin, tu hinceta ziyareta wî tuneye. Hakan Tartanê ku bi demokratîkbûnê pesnê xwe dide û diwarên bajar bi panoyên biratiyê xemilandiye, dê çawa berê xwe bide rûyê hezaran dayîkên windayan."

Piştî daxuyaniyê xizmên windayan dirûşmeya wekî "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe" û "ÎHD bêdeng nema namîne" berz kirin û li ber şaredariyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.