Xizmên wendayan li Amed, Êlih û Cizîrê hesab pirsî

Xizmên wendayan li Amed, Êlih û Cizîrê hesab pirsî

ÎHD û xizmên windayan li Amedê aqubeta welatiyên bi navê Mehmet Omeroglu û Ahmet Şayik yên di 7'ê çileya 1994'an de li Deriyê Sînor yê Xabûra Silopiya Şirnexê ji hêla leşkeran ve hatin girtin û careke din tu agahî ji wan nehatin girtin pirsîn. Li Êlihê dayik li vê heftê jî li kolanan bûn û xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin.

AMED

ÎHD'a Amedê û xizmên windayan di hefteya 238'an de bi pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin' li ber Abîdeya Jiyanê ya Parka Koşuyolû hatin gel hev. Di çalikyê de wekî her hefteyî dîsa wêneyên kesên ku hatibûn windakirin hatin hildan.

Di çalakiyê de Endama MYK'a ÎHD'e Rahşan Bataray axivî û ev tişt got: "Hevpeymana kesên winda ji hêla dewletên emperyalîst ve nehatiye îmzekirin, di vê pêvajoyê de ji hêla hikûmetê ve jî tu gav nehatine avêtin û li Rojhilata Navîn dengên şer her roj bilind dibin. Divê di 1'ê Îlonê de her kes ji bo aştiyê dengê xwe bilind bike."

Bataray çîroka Mehmet Omeroglu û Ahmet Şayik yên ku li Sîlopiyê hatin windakirin xwend û ev tişt got: "Omeroglu û Şayik li Deriyê Silopiyê ji hêla leşkeran ve hatine girtin û li ser agahiya ajokaran malbata wan li bûyerê hisiya. Piştî lêgerînên malbatan maşîneya her du welatiyan li gundê Şirnexê bi awayekî şewitandî hatin dîtin."

Serokê Egîtîm Sena Amedê Kasim Bîrtek jî diyar kir ku şer tenê pêşiya kuştin û talanê vedike û da zanîn ku ev kesên winda ji ber sedema şer derketine holê. Bîrtek bal kişand li ser planên şer ya Rojhilata Navîn û diyar kir ku divê pêşiya vî şerî bê girtin û xwedî li gelê Rojava bê derketin.

ÊLIH

ÎHD'a Êlihê û xizmên windayan wekî her hefte vê hefteyê jî li Kolana Gulistanê li hev civiyan û aqûbeta xizmên xwe yên di salên 90'î de hatibûn windakirin pirsîn. Di çalakiyê de emdamên BDP, KURDÎ DER, MEYADER û saziyên sivîl beşdar bûn. Di çalakiyê de bang li hikûmetê hat kirin ku aqubeta windayan zelal bike û kujeran derxe holê.