Xizmên girtiyan: Li girtîgehan bi destê dewletê qetlîam tê kirin
Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku li girtîgehan bi destê dewletê qetlîam û êşkence tê kirin.
Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku li girtîgehan bi destê dewletê qetlîam û êşkence tê kirin.
Şîrîn Keskîn ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Samsûn Bafrayê tê ragirtin duh bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Di hevdîtina telefonî de Keskîn binpêkirinên mafan ên pê re rû bi rû mayî vegot. Bavê wî Azîz Keskîn diyar kir ku kurê wî li ser telefonê gotiye, “Qêrîna me bibihîzin” û axaftinên kurê xwe wiha veguhest:
“Got, ‘Em her kêliya jiyana xwe di bin zext û êşkenceyên psîkolojîk de derbas dikin. Ev têr nake, serdegirtinên qawîşan, êşkenceya fizîkî û her wiha di bin navê ku wê qawîş bên nûkirin, qawîş tên guhertin. Her wiha dest danîn ser hemû pirtûk, name, defter, pênûs, rojnivîsk, bîranîn û radyoyên me. Li dijî 20 hevalên me lêpirsînên bê bingeh vekirin’. Ji ber ku dema em diçin hevdîtinê zext li wan tê kirin, lewma naxwaze ku em biçin hevdîtina wî. Dîsa ji ber zextan naxwazin biçin nexweşxaneyê.”
Bavê wî Keskîn ji rêxistinên mafê mirovan xwest ku li girtîgehan lêkolînê pêk bînin.
‘BI DESTÊ DEWLETÊ HATIN QETILKIRIN’
Xwîşka girtî Metîn Dûman, Cazîye Dûman anî ziman ku birayê wê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Wanê 7 meh in tê ragirtin û got ku li gel gelek binpêkirina mafên girtiyan, malbatên ku diçin serdana wan jî di serî de lêgerîn, bi gelek muameleyên xirab re rûbirû dimînin. Dûman, bi bîr xist ku di demên dawî de li ser hev gelek cenaze ji girtîgehan derketin û wiha axivî: “Zêdebûna binpêkirina mafan ên di girtîgehan nîşan didin bê ka desthilat di mijara mafên mirovan û demokrasiyê de çiqas lewaz bûye. Girtiyên ku di demên dawî de jiyana xwe ji dest didin di esasê xwe de bi destê dewletê hatine qetilkirin. Em dizanin ku qetilkirina gelek girtiyan piştî êşkenceyê pêk tê.”
Ozlem Alkan ku keça Îbrahîm Alkan ê di Girtîgeha Tîpa T ya Ewlehiya Bilind a Wanê de tevî nexweşiyên xwe yên kronîk 5 sal e tê ragirtin, anî ziman ku nexweşinên bavê wê yên giran hene û ev tişt gotin: “Rewşa girtîgeha di holê de ye. Nexweşînên bavê min ên şekir, tansiyon û kolesterolê hene. Ji ber van divê birêkûpêk dermanan bistîne. Bavê min 3 meh beriya niha anjiyo bû û divê mehek şûnda biçûya kontrolê lê rêveberiya girtîgehê hê jî ew nebiriye kontrolê. Hemû serlêdanên me yên ji bo ku bavê min bibin nexweşxaneyê jî bêbersiv man.”
LI BANDIRMAYÊ ÊŞKENCE Û SIRGÛNÊN KÊYFÎ
Emîne Demîragaç ku dayika Malîk Demîragaç ê di Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2’yan a Bandirmayê de tê ragirtin anî ziman ku kurê wê li Midûriyeta Polîsan a Wanê, bi rojan di êşkenceyê de maye. Dayik anî ziman kurê wê 5 sal berî niha ji Girtîgeha Tîpa T ya Ewlehiya Bilind a Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2’ya a Bandirmayê kirine û got ku bi zanebûn sewqî girtîgehên dûr dikin. Demîragaç anî ziman ku ji ber dûrahiyê ew 5 sal e neçûya serdana kurê xwe û got: “Dewlet ji bo ku tahdeyê li malbatan bike çi ji destê wê tê dike. Ji bo ku em zarokên xwe nebînîn wan sirgûnî cihên dûr dikin. Ev sepaneke dijmirovahiyê ye. Ne tenê em hezaran malbat wekî me tên mexdûrkirin. Divê binpêkirinên mafan ên di girtîgan de demildest bên dawîkirin.”