Pisporê Kardiyolojiyê bijîşk Ekrem Karakay duh li Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê bi demançê hatibû kuştin. Rêxistinên tenduristiyê li ser vê bûyerê biryar girtin ku 2 rojan dest ji kar berdin. Bi vê biryarê re îro xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û dê çalakiya wan sibê jî berdewam bike.
ANTALYA
Li Antalyayê kedkarên tendirustiyê yên ku dest ji kar berdan li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê hetin ba hev. Hevseroka Şaxa SES’a Antalyayê Şukran Îçoz diyar kir ku ew hatine asta ku “gotin bê qîmet e” û wiha got: “Êdî sebra me nema. Em nikarin bêhn bistînin û heliyan. Em di nav şert û mercên ewle de naxebitin û di her kêliyê de di bin gefa êrîşê de bi xemekî mezin de dijîn. Tundiya li dijî kedkarên tendirustiyê her roj her kêliyê zêdetir dibe. Em bi pandemiya tundiyê re rû bi rû ne.”
Di çalakiya de gelek caran dirûşma “Wezîr îstîfa” hatin berz kirin
EDENE
Li Edeneyê kedkarên tendirustiyê yên ku dest ji kar berdan li Nexweşxaneya Balcalî hetin ba hev û piştre berê xwe dan li ber Nexweşxaneya Şehîr a Edeneyê. Saziyên pîşeyî yên Odeya Tabîban a Edeneyê, SES, Genel Saglik Îş, AHEF, AHSEN jî di nav de tundiya li tendirustiyê protesto kirin.
Kedkarên li ber avahiya Serbijîşkê Nexweşxaneya Şehîr kom bûn û ber bi Midûriyeta Tendirustiyê ya Edeneyê ve meşiyan. Li vir polîsan xwest kedkarên tendirustiyê asteng bikin. Kedkar bi otobusan çû li ber avahiya Midûriyeta Tendirustiyê ya Edenê.
Di çalakiyê de Serokê Odeya Tabîban a Edeneyê Pispor. Dr. Selahattîn Menteş axivî û got: “Ev gule li me hemûyan ketiye.“
MÊRDÎN
Li ser banga Platforma Tendirustiyê ya Mêrdînê bi sedan kedkarên tenduristiyê û bijîşk li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hatin ba hev. Serokê Baroya Mêrdînê û rêveber û parêzerên endam jî piştgirî dan Platforma Tendirustiyê.
Li vir Rêveberê Şaxa SES’ê Ahmet Ozen daxuyanî da û banga îstifayê li Wezîrê Tendirustiyê kir.
AMED
Li Amedê saziyên tenduristiyê yên li bajêr bi pêşengiya Odeya Tabîban û SES'ê li ber Midûriyeta Tendirustiyê ya Bajêr daxuyanî dan. Gelek nûnerên saziyên tendirustiyê û kedkarên tendirustiyê tev li çalakiyê bûn. Seroka Odeya Tabîban Elîf Turan li vir axivî û got: "Rewşa rêvebirinê ya desthilatdariyê li welat krîzê kûr dike û civakê dixe nava kaosê.“
DERSIM
Li Dersimê jî daxuyanî li ber Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Dr. Seyfî Burkay Îzgî ve hat xwendin. Îzgî, êrîş şermezar kirin û got: “Êdî bes e! Ji niha û pê ve li hemberî tundiya tendirustiyê demildest tevdirên xwe bigirin û kesên şîdetê dikin bê îstîsna bên cezakirin.“
ÊLIH
Kedkarên tendirustiyê yên li Êlihê dest ji kar berdan û komkujî bi meşekê protesto kirin. Kedkarên tendirustiyê li ber avahiya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê heta qada ku beşa lezgîn a nexweşxaneyê lê ye meşiyan û dirûşme berz kirin. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Êlihê Denîz Topkan diyar kir ku di encama polîtîkayên hikûmetê de kedkar û xebatkarên tendirustiyê rastî êrîşan tên.
STENBOL
Li gelek nexweşxaneyên li Stenbolê jî bi hezaran kedkar ango xebatkarên tendirustiyê dest ji kar berdan. Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Stenbolê xebatkarên dest ji kar berdan dirûşm berz kirin. Bijîşk Merve Yildirim di çalakiyê de axivî û diyar kir ku tundiya li qada tendirustiyê ne “munferît e” û êdî şermezarkirina tundiyê bi kêrî tiştekî nayê û nêzîkatiya berpirsiyaran dîsa carek din bi cînayetê bi encam bû. Yildirim anî ziman ku ji van bûyer û tundiyê îktidar berpirsiyar e û ew dikare qadên ewle çêbike. Yildirim destnîşan kir ku di serî de wezîrê tendirustiyê hemû rayedarên ku berpirsiyariya xwe bicih nayînin divê tavilê îstîfa bikin.
Xebatkarên tendirustiyê pişt re çalakiya rûniştinê li dar xistin û pişt re jî heta Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê meş li dar xistin.
‘WEZÎR ÎSTÎFA’
Bi hezaran xebatkarên tenduristiyê li nexweşxaneyên wek Nexweşxaneya Bajêr a Okmeydani, Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoyê, Nexweşxaneya Bajêr a Başaşehîrê û gelek nexweşxaneyên din dest ji kar berdan û kuştina doktor Ekrem Karakaya şermezar kirin. Xebatkarên tendirustiyê berzkirina dirûşma “Wezîr îstîfa” xwestin ku Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca îstîfa bike.
Li Riha, Dîlok, Semsûr, Wan û Îzmîrê jî kedkar û xebatkarên tendirustiyê dest ji kar berdan û çalakî li li dar xistin.