Xebatkara NÇM'ê hat binçavkirin
Xebatkara NÇM'ê hat binçavkirin
Xebatkara NÇM'ê hat binçavkirin
Li Sêrtê polîsan serê sibê xebatkara NÇM'ê ya Sêrtê Dilber Ozbey binçav kir û birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.
Yekîneyên polîsan serê sibê li taxa Doganê ya Sêrtê bi ser mala xebatkara Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Sêrtê Dîlber Ozbey de girt.
Polîsan di serdegirtina mala Ozbey de lêgerîn pêk anî û piştî lêgerînê kompûtera wê ya laptop desteser kir.
Polîsan piştî Ozbey binçav kir birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê. Der barê sedema binçavkirina Ozbey de agahî nehat girtin.