HDK ku plan dike ku di meha cotmeh-mijdarê de partiyê ava bike, dest bi amadekariya rêzikname û pêşnûmeyê dike . HDK ya ku hatiya asta avakirina lijneyê, dê ji bo partiya xwe desthilatdariya gel a demokratîk mudaxaleyê hilbijartinê bike.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) xebatên partiya xwe ya ku dê di meha Cotmeh- Mijdarê ava bike didomîne. Ji bo Kongreyê Komîsyona Partiyê hate avakirin, bername û pêşnûme hate avakirin.
Ramana sereke ya bernameyê; desthilatdariya gel a demokratîk avakirin. Di partiyê de ji bo vê dê amûreke ku mudaxaleyê hilbijartina bike hebe. Bi îfadeyeke din, dê faliyeta HDK’ê ya di hilbijartinan de hebe. Bernameya partiyê ‘ ya esas HDK’ ye. Nîqaşên girêdanê dê HDK bike.
Pêşnûme jî li gorî têrîkirina tevlibûna hilbijartinê hate amade kirin. Armanc eve ku li 45 bajaran partiyê bi rêxistin bikin û tevlî hilbijartinan bike.
DÊ LIJNEYA DAMEZRÎNERAN BÊ AVAKIRIN
Pîştî amadekarina rêziknameya pêşnûme û bernameyê, dor hate Lijneya Damezrîneran. Ji bo lijneyê armanc dike ku ‘lîsteyeke ku mîsyon û vîzsyona HDK’ê şênber bike’ ava bike.
Di çarçoveya xebatê lijneya partiyê xebateke din jî, bi aliyê civakî yên cur bi cur û nûnerên civakên her netew û baweriyan re hevdîtina pêk bînin û dê bixwazin tevi partiyê bibin. Ji bo vê jî Komîsyona Diyalogê ya ku dê bê avakirin dê hemû hevdîtinan pêwist pêk bîne.
JI BO PARTIYÊ ÇI BIRYAR HATIYE GIRTIN
Di meha gulanê de di Yekemîn Lijneya Gitşî ya Asayî de der barê partiyê de ev biryar hatibûn girtin: “HDK’ê wekî partî ev biryar girtin.; Kongreya Demokratîk a Gelan, divê li dijî AKP xwedî îdiaya bibe muxalefet be. Ji bo ku ev îdia pêk were divê pêngavên şênb er bavêje. Divê HDK îtîrazê di vê astê de li Tikriyeyê tên kirin bibe zemîneke muzalefetê, bibe kursî, û dengê civaka muxalefet. Divê vê yekê wekî alternafîfa desthilatdariyê bi hêz bike. Divê nîşan bi de ku Tikriyeyek azad, demokrat û wekhev mumkun e.
HDK divê ji bo, tevgera ked û karkeran, tevgeraza azad a kurdan, kêmarên di bin zextan de, tevgera rizgariyê ya jinan, parêzvanên mafê mirovan, kesên xwediyên baweriya, tevgera ekolojiyê yên ji bo mafên hawirdorê têdikoşin, muxalefeta civaka Elewiyan, kedkarên çandiniyê û gundî, tevgerên xizanan a bajar, tevli hilbijartinên serokomariyê, yên herêmî û giştî bibin bibe zemîn.
HDK bi vê armancê beriya hilbijartinên herêmî, girîngiya kongreyê ji holê ranake, berovajî vê dê bi hêztir bike, di bin bana Kongreyê de dê partiyeke ku dê mudaxaleyê hibijartinên herêmî, yên gitşî û serokomariyê bike, ava bike.
PARTÎ DÊ ÇAWA BE?
Partiya ku dê HDK ava bike, dê di hundirê kongreyê de be. Dê hemû rêgez û polîtîkayên kongreyê bigire ser xwe. Di pêvajoya hilbijartinên herêmî, giştî û serokomariyê de dê bi bandor be. Kesên di bin bana kongreyê de dê bi endamên hepvar tevli hilbijartinê bibin û faliyetan bimeşîne.