Xaziyê Pirsûsê Gunduz: Dema rehet bûm ez ê dîsa biçim Pirsûsê

Devrîm Gunduz ê bi birîndarî ji hovîtiya Pirsûsê rizgar bû: Ez qet poşman nebûm ji ber çûyîna Pirsûsê. Dîsa pêk were, ez ê dîsa biçim. Gava rabûm ser piyan, ji xwe ez ê biçim Pirsûsê.

Devrîm Gunduz ê bi birîndarî ji hovîtiya Pirsûsê rizgar bû: Ez qet poşman nebûm ji ber çûyîna Pirsûsê. Dîsa pêk were, ez ê dîsa biçim. Gava rabûm ser piyan, ji xwe ez ê biçim Pirsûsê.

Yek ji şoreşgerên di komkujiya Pirsûsê ya 33 şoreşger lê hatin qetilkirin bi birîndarî rizgar bû û tedawiya wî hînê dewam dike endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Devrîm Gunduz e.

Tedawiya Gunduz hînê dewam dike. Gurçik û pişika wî jê hat kirin. Ji ber parçeyên şarapnelê li hestiyê lingê wî yê çepê û masûlkeyên lingê wî ketiye, çend caran emeliyat bû. Burxwên hesin ên li çîpê wî balê dikişîne.

Pirsa "ev burx dêşîne?" jê dipirsim. Xuya ye hînê wan bûye. Bi hêsanî bersivê dide: "Li bendê ne hestiyên min li hev bikelin. Dema li hev keliyan wê derxînin."

Wê careke din rabe ser piyan, lê pêwîstî bi demê re heye.

Em li bexçeyê mala wî ya li Tavşantepe ya li taxa Tepe ya Kocaelî ne. Ji kulûbeyê dengê kewan tê.

Ev demeke kewan xwedî dike. Yek bi yek navên wan û taybetmendiyên wan vedibêje. Dibêje bi wan re wexta xwe derbas dike. Zehmet e mirov bi mehan li hundir bên ragirtin. Dibêje, "Hevrê timî tên. Carna jî ez diçim cem Guneş."

Guneş Erzûrumlûoglû jî yek ji mirovên bi saxî ji hovîtiya li Pirsûsê rizgar bû, ye. Niha bi kursiya seqetan digere. Dema tedawiya wê qediya, ew ê jî rabe ser piyan.

Devrîm qala sedema çûyîna xwe ya Pirsûsê dike û dibêje, "Federasyonê biryar da ku kampaya xwe ya havînê ya salane veguherîne çalakiya tevlîbûna li karê ji nû ve avakirina Kobanê. Ez bi vê biryarê re gelekî kêfxweş bûm û min bi awayekî aktîf cihê xwe di nava vî karî de girt."

Di 19'ê Tîmehê de tevî 17 kesan ji Îzmîrê bi rê dikeve. Dema danê sibehê gihaşt Pirsûsê, ewilî taştê dixwin, dûre ji ber ku berê hatibû Pirsûsê û navçeyê nas dike, ji bo bicihanîna karên bankayê ji hevalên xwe re rêberiyê dike.

Û wiha dewam dike: "Dema daxuyanî dihat dayîn, Ridvan, Seyît û ez em bi hev re bûn. Em derbasî pişt pankarta SDGF bûn. Dema BEKSAV'ê li pêşiya me pankart vekir, em li pişt vê pankartê man. Dûre teqînê rû da. Kêm tê bîra min. Mîna ku 30 saniyeyan dewam kir, lê xuya ye 5-6 deqeyan dewam kiriye. Ez xwe radikim, li aliyekî min mirovên şewitî hebûn. Goga ji agir ew bi xwe re bir û em jî avêt derve. Li pêşberî min rojnamevan hebûn, hin jê şoq bûbûn. Hinekan jî hewl didan tiştekî bikin. Piştre pê hesiyam; kêm mabû min dev ji xwe berda. Hingî min Ridvan li pêşberî xwe dît. 2-3 metre li pêşiya min bû, li erdê dirêjkirî bû. Li min dinêrîû dikeniya. Piştî ku min ew dît, min dev ji xwe berneda. Dûre bi wesayîtê em birin nexweşxaneyê."

Mîna yên din ê sax filitîn, ji bo Devrîm jî rojên zor û zehmet destpê kir. Ev zehmetî ne tenê ji ber xisara bombeyê bû. Dibêje, "Destpêkê min digot, xwezî ez jî bimiram. Piştre ez ji vê hest û nêrînê rizgar bûm û min biryar da ku tavilê rehet bibim, ji bo têkoşîna xwe bidomînim. Niha hewl didim rehet bibim û careke din rabim ser piyan."

DIVÊ MIROV DÎSA BIÇIN

Dost, hevrêyên xwe winda kir. Jiyana wî asê ma. Tevî van hemûyan gelo dibêje 'xwezî'?

Devrîm dibêje, "Ez qet poşman nebûm" û dewam dike, "Eger dîsa çêbibe, ez ê dîsa biçim. Ji xwe divê mirov biçin. Dema rehet bûm ji xwe ez ê dîsa biçim."

Gotina dawî ya Gunduz peyama ji bo hevrêyên xwe ye: "Divê mirov her tim li aliyê hilberînê bin. Rewşa me çi dibe bila bibe, dibe ku em seqet jî biman, dibe ku tiştekî din jî biqewimiya, lê çi dibe bila bibe em neçar in hilberînin û tevlî jiyanê bibin."