Wezîrê Derve yê Îranê Elî Ekber Salihî ji bo rewşa pevçûnên li Sûrî û bi dehan hemwelatiyên Îranê yên nêzî Şamê hatine revandin bi axivin îro tê Tirkiyeyê.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Sefaretxaneya Îranê ve hatiye dayîn Salihî dê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Davûtoglû li Enqereyê hevdîtinê pêkbînin.
Di daxuyaniyê de nehate aşkera kirin ku, ka dê destkeftiyên Kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê û PKK bêne rojeva hevdîtinê, lê belê têkiliyên Tirkiyeyê li gel welatên cîran li ser bingehê Kurdan pêktê.
Komên çekdar yên bi piştgiriya Enqereyê, roja Şemiyê li nêzî Şamê 48 hemwelatiyên Îranê revandibûn. Artêşa Sûriyeya Azad çalakî girtîbû ser xwe. Tehran dibêje, evane hecî ne lê belê hate îdîakirin ku, Îraniyên hatine revandin îstîxbarat komdikirin.
Daxuyaniya ku îro Îranê da aşkera kir ku, ji jiyana 48 heciyên Îranî DYA berpirsyare. Hate ragihandin ku, di êrîşên bombeyî de 3 Îranî hatine kuştin.