'Wezaret dozên komkujiyên jinan bi hîstiyarî naşopîne'

'Wezaret dozên komkujiyên jinan bi hîstiyarî naşopîne'

Li Tirkiyeyê di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2012'an de 82 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Daxwaza rêxistinên jinan ên di dozan de bibin mudaxîl ji aliyê dadgehan ve tên redkirin. Parêzer Gokçesu Ozgul diyar kir ku parêzerên Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî jî bi awayekî cidî nêzî dozan nabin û wiha got: "Parêzer eleqeyê nadin dozên kuştina jinan. Hin dozan dişopînin, hin dozan naşopînin. Dema ku tên jî dosyayê baş naxwînin û xebatekî baş nakin."

Li gorî daneyên di çapemeniyê de derketin di nava 6 mehên destpêk yên sala 2012'an 82 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Komkujiyên her rojê zêde dibin daxwaza rêxistinên jinan a di dozan de bibin mudaxîl her tim ji aliyê dadgehan ve tên redkirin. Li gel vê yekê di dozên Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî yên ku mudaxîl de çi kar tê kirin tîne hişên mirovan.

Li gorî lêkolînên "Platforma Em dê Cînayetên Jinan Bidin Rawestandin" di 6 mehên destpêkê yên 2012'an de zilam 82 jin qetilkirin. Ji kujeran tenê 15 zilam hatin girtin û 32 kujer jî winda ne. Rêxistinên jinan diyar kirin ku cezayên giran ji bo cînayetên jinan bidin rawestandin gelek girîngin her tim tîne ziman û her tim li hemberî cînayetên jinan dengê xwe bilind dikin. Ramana zilam, dewlet û dadê komkujiyên jinan weke bûyerên ji rêzê dibîne. Di hinek dozên weke Munevver Karabulut ji qatilan re cezayên giran didin lê di hinek dozan de ji qatilan re daxistina ceza tê bikaranîn. Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî di dozên cînayetên jinan de dibe mudaxîl lê daxwaza rêxistinên jinan a di dozan de bibin mudaxîl bi giştî tê redkirin.

JI RÊXISTINÊN JINAN RE MUDAXÎLÎ TUNEYE!

Parêzera Platforma Em dê Cînayetên Jinan Bidin Rawestandin Gokçesu Ozgul diyar kir ku, wan di amadekariya zagona hejmara 6484'an de xwestin ku mafê mudaxîlê ji rêxistinên jinan re bê nasîn lê ev maf tenê ji Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî re hate nasîn û wiha got: "Niha jî em dixwazin dozên em berê xwe didinê parêzerên wezaretê jî tevlî bibin. Ji hinek dozan re tên ji hinek dozan re nayên. Dema ku tên jî dosayayê naxwînin û tu amadekariyê nakin û tenê çend gotinan dibêjin û ew jî tu eleqeya wan bi dozê tuneye û pişt re rûdinin."

'KOMKUJÎ PIRSGIRÊKA WEZARETÊ NÎNE'

Ozgul anî ziman ku, ev rewş ji ber komkujiyên jinan pirsgirêka wezaretê nîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir:

"Wezaret xwe berpirsiyar nabîne û wisa hîs nake. Heke berpirsiyar bibîne û hîs bike rayedarên wezaretê dê tişta dikeve ser milê wan bikin."