Wesayîta leşkerî qulipî, 8 leşker birîndar bûn

Wesayîta leşkerî qulipî, 8 leşker birîndar bûn

Li Maltepeyê otobusa şaredariyê ji piştê ve li wesayîta leşkerî da û di encamê de 8 leşker birîndar bûn.

Îro qeza di demjimêrên serê sibehê li duriyana Kuçukyali ya Maltepeya Stenbolê rû da. Otobusa Şaredariyê li duriyana Kuçukyali ji piştê ve li wesayîta leşkerî ya ku diçû Kişlaya Kenan Evran da û wesayîta leşkerî qulipî. Di encama qulipînê de 8 leşkerên mane di bin wesayîtê de birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi hatina yekîneyên tenduristiyê re rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Kartal û yên derdor.

Ji leşkerên birîndar Kemal Yazici, Kazim Gunduz, Aykut Altay û Yildirim Çabûk rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya ya Kartal Dr. Lutfî Kirdar, 2 leşkerên din yên navên wan nehatin zanîn jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya GATA ya Haydarpaşayê.