Parlementerên ji partiyên cûda yên Parlementoya Swêdê di pêşnûmeya dan de girtina rojkanevan, sendîkavan, rewşembîr û siyasetmedarên ên di bin navê KCK’ê de pêk tên protesto kirin û xwestin girtiyên siyasî serbest bên berdan. Parlementeran, her wiha cezayê li Aysel Tûglûk û Leyla Zana hatibû birîn jî birin rojeva Meclîsê.
Parlementerê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Peter Hultqvist di pêşnûnemya pêşkêşê meclîsê kir de bal kişand ku êrîşên li ser maf û azadiyên li tirkiyeyê zêde bûne û xwest ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiya were çareserkirin. Hultqvist destnîşan kir ku 8 hezar BDP’yî hatine girtin û ji vana piraniya wan her çendî demek dirêj in hatine girtin, lê belê nehatine darizandin. Hultgvist, xwest hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Parlementerê Partiya Keskan Jabar Amin jî bal kişand ku li Tirkiyeyê di van salên dawiyê de bi hezaran Kurd ji ber nêrînên xwe yên siyasî û xebatên xwe yên siyasî hatine girtin û diyar kir ku ev girtin tê wateya binpêkirina mafên sereke yên mirovan. Ji hikûmeta Swêdê daxwaz kir ku ji bo serbestberdana siyasetmedarên Kurd hewl bide.
Parlementera Partiya Çepgir Amineh Kakabaveh jî bal kişand ser cezayê girtîgehê yê li Hevseroka KCD’ê û Parlementera Wanê Aysel Tûglû û Parlementera Amedê Leyla Zana hate birîn. Kakabaveh destnîşan kir k ji ber ku Zana û Tûglûk daxwazên gelê Kurd naîne ziman û nêrînên xwe aşkere kirine li rastî ceza hatine. Kakabaveh, bal kişand ser girtinên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurda pêk tê û ji Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt xwest ku mijarê bibe rojeva Parlementoya Yekitiya Ewropayê.
Parlementera Partiya Sosyal Demokrat Roza Guçlu Hedin girtinên endam û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Gelemperiyê (KES) û bang li Wezîrê Derve Carl Bildt kir ku helwestek nîşan bdie.
PÊKANÎN DIŞIBIN YÊN SERDEMA CÛNTAYA LEŞKERÎ
Parlementerên Partiya Çepgir Siv Holme û Amineh Kakabaveh, ji ber bêdengiya Swêdê ya li hemberî girtin û zextên li ser Kurdan nerazîbûn nîşanî Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt da. Holme, destnîşan kir ku piştî hilbijartinên 2009’an, Tirkiyey ne ber bi pêş, ber bi paş ve gavan avêtiye û bi bîr xist ku pêkanînên hikûmeta AKP’ê pêkanînên serdema cûntaya leşkerî tînin bîra mirov.
Kakabaveh jî, ji hikûemta Swêdê xwest ku ji bo çareseriya prisgirêka Kurd navbeynkariyê bike û dest ji alîgirtiya Tirkiyeyê berd. Li şûna Bildt bersiv bide pirsên Kakabaveh, dest bi pesindayîna reformên AKP’ê û xebatên makeqanûna nû ya Tirkiyeyê kir. Kakabaveh nerazîbûn nîşanî vê yekê da û diyar kir ku wezîrê Swêdî weke wezîreke AKP’yî tevdigere.