Wekîlê Şaredarê Silopiyê Haşim Ozdemîr hate binçavkirin
Wekîlê Şaredarê Silopiyê Haşim Ozdemîr hate binçavkirin
ANF
Mêrsîn
şemî, 7 tîrmehê 2012, 16:46
Wekilê Şaredarê Silopiya Şirnexê Haşim Ozdemîr, dema ji Silopiyê diçû Mêrsînê hate binçavkirin.
Wekilê Şaredarê Silopiya Şirnexê Haşim Ozdemîr, dema ji Silopiyê diçû Mêrsînê, di ketina bajar de ji aliyê TEM'ê ve hate binçavkirin. Ozdemîr ku sedema binçavkirina wî nehat zanîn birin şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan ya Mêrsînê.