Wekîlê AKP’ê: Dewletê hemû belgeyên Qilabanê parve nekir

Wekîlê AKP’ê: Dewletê hemû belgeyên Qilabanê parve nekir

Parlementerê AKP’yê Orduyê Îlhan Şener ku ji Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan ya Meclîsê serokatiya Komîsyona Jêr ya Qilabanê dike û “lêpirsîna” komkujiya Roboskiyê dike aşkera kir ku, ew ne di wê baweriyê de ye ku dewletê di derbarê komkujiyê de hemû belge bi wan re parve kiribin.

Şenerê ku daxuyanî da rojnameya Radîkalê bibîrxist ku, ew dê rapora komîsyonê di meha Cotmehê de xilas bikin, her wiha dirêjbûna vê pêvajoyê girêdayî direng hatina agahiyên ku ji saziyan hatine xwestin kir.

Şener di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, ew ne di wê baweriyê de ye ku dewletê di derbarê komkujiyê de hemû belge bi wan re parvekiribin û wiha got: “Ev nayê wateya veşartina agahî û belgeyan lê belê, di encam de ji ber ku operasyonekî leşkeriye, dibe ku hinek belge û agahiyên din hebin lê belê bifikar bin ku ji aliyê hemû civakê ve bê zanîn. Pêwîste ev veşartî bê girtin. Belge û agahiyên ku van polîtîkayên ewlekariyê deşîfre dikin ji aliyê endamên civakê yên niyet baş-xirab yan jî yên piştgiriyê didin terorê, alîgirên terorê û alîkariya lojîstîkî didin terorê ve bê zanîn bixetere.”

Komîsyona ku di meha Çileyê de hema piştî komkujiyê hate avakirin, çûn Roboskiyê û hinek vekolîn pêkanîbûn, her wiha dîmenên ku ji aliyê Heronên artêşa Tirk ve hatibûn kêşan temaşe kiribûn. Parlementerên muxalefetê yên di Komîsyona Jêr de cihê xwe digirin dema dîmenên Heronê temaşe kirin, aşkera kiribûn ku di dîmenan de baş xuya dike ku ew kesên sînor derbaz dikin kasibkarin, parlementerên desthilatdar jî piştgirî nedabûn vê dîtinê.