Wan bûye goristana penaberan

20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê ye. Bi hezaran penaberên ji welatên Rojhilata Navîn, welatên Asya Navîn bi rê dikevin tên Wanê û bajarên din ên li sînor. Di vê rêwîtiyê de bi sedan penaber li ser sînor jiyana xwe ji dest didin.

Penaberên ku ji neçarî welatê xwe diterikînin, carna ji ber şert û mercên giran ên zivistanê, carna bi qezaya trafîkê, carna jî li ser sînor ji aliyê leşkeran ve têne kuştin. Di serî de ji Efganistan, Pakistanê bi hezaran mirovên ji welatên Asyayê direvin, ji bo xwe bigihînin Ewropayê bi taybetî berê xwe didin Wanê. Penaber bi rêya leşkerên Tirk û qaçaxçiyan ji sînor derbas dibin, gelek ji wan di ser Wanê re derbasî bajarên cuda dibin, hinek jî li bajêr dimînin.

Penaber bi taybetî ji sînorê Ebex, Qerqelî, Sêrê û Elbakê derbasî Wanê dibin. Piştre jî bi rêya bejahî yan jî di ser Gola Wanê re derbasî Tetwanê dibin. Beşek ji penaberên tên Wanê bi rêya bejahî di ser navçeya Panos a Agiriyê derbasî bajarên din dibin.

Li gorî hejmarên fermî li Wanê di navbera salên 2019 û 2022'an de 49 koçber ji sermayê mirin, 68 koçber li Gola Wanê xeniqîn, 42 koçber di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan û 3 koçber jî ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin.

Li taxa Altinsaç a navçeya Westanê di 27'ê Hezîranê de keştiyek ku penaber tê de bûn noqî binê avê bû, di encamê de 61 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku 3 sal di ser re derbas bûne cenazeyên 20 penaberan hînê nehatine dîtin. Ji 12 kesên ku têkildarî karesata keştiyê hatin girtin 11 jê piştre hatin berdan. Weke berpirsyarê karesatê tenê kaptanê keştiyê Medenî Akbaş girtî ye, ev yek jî dibe sedema gumanan ku wezîfedarên dewletê jî di nava meseleyê de hene.

Hin ji bûyerên li Wan û derdora wê li dijî mafê jiyanê yê penaberan hatine kirin bi vî rengî ne:

* Li navçeya Sêrê ya Wanê mîdîbuseke penaber tê de bûn li nêzî gundê Karahîsarê bû hedefa êrîşa leşkeran. Di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn.

* Li navçeya Sêrê ya Wanê 2 leşkerên bi peyman ên wezîfedar dest avêtin jin a Afgan a bi navê L.M.

* Di Çileya 2022'an de li taxa Amanyûrtê ya navçeya Sêrê 2 penaber qefilîn û jiyana xwe ji dest dan.

* Di sala 2020'î de cenazeyên 3 penaberan hatin dîtin ku wan penaberan hewl dabûn ji Rojhilat derbasî Elbakê bibin.

* Li ser sînorê Elbak û Rojhilat, piştî ku berf heliya cenazeyên 21 penaberan hatin dîtin.

* Sala 2020'î ji 300 penaberên hewl didan ji Îranê derbasî Wanê bibin 40 kes qefilîn û jiyana xwe ji dest dan.

* Sala 2020'î li taxa Sariçîmen a navçeya Ebexê 13 penaber qefilîn û jiyana xwe ji dest dan.

* Sala 2019'an li navçeya Elcewaz a Bedlîsê keştiya ku penaber tê de bûn noqî binê avê bû. Di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

* Li Elbakê piştî ku berf heliya, ji 1'ê Nîsana 2019'an heta 6'ê Gulana 2019'an cenazeyên 25 penaberan hatin dîtin. Ji penaberan 24 jê qefilî bûn û yek jî bi fîşekê hatibû kuştin.

* Li ser sînorê Îran-Wanê di 12'ê Nîsana 2019'an de cenazeyên 6 penaberan hatin dîtin ku qefilî bûn.

* 11'ê Tîrmeha 2022'an li herêma Karahanê ya li ser rêya bejahî ya Wan-Erdîşê mînîbuseke ku penaber tê de bûn qeza kir. Di encamê de 13 penaberan jiyana xwe ji dest dan, 26 jî birîndar bûn.

* Sala 2019'an li nêzî taxa Erçekê ya navçeya Rêya Armûşê, li ser rêya bejahî ya Wan-Qerqeliyê mînîbusa ku penaber tê de bûn qeza kir. Di encamê de herî kêm 17 penaberan jiyana xwe ji dest dan, 17 jî birîndar bûn.

* Li Wanê di 7'ê Çileya 2023'an de leşkeran li penaberan reşandin û 2 penaber qetil kirin.

Piraniya penaberên li Wanê jiyana xwe ji dest didin nasnameya wan nayê tespîtkirin.

Cenazeyên penaberan jî li Goristana Bêkesan a li taxa Seyrantepe ya li Wanê têne veşartin.