Waliyê Tirk ê li Şirnexê hewl dide komkujiyê veşêre
Waliyê Tirk ê li Şirnexê, ku ji bo veşartina komkujiya li Cizîrê got, "10 terorîst hatiye kuştin", niha jî wêneyên îşkenceya li cenazeyan ên ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin weşandin, derewand.
Waliyê Tirk ê li Şirnexê, ku ji bo veşartina komkujiya li Cizîrê got, "10 terorîst hatiye kuştin", niha jî wêneyên îşkenceya li cenazeyan ên ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin weşandin, derewand.
Walîtiya Tirk a li Şirnexê, ji bo veşartina asta hovane ya komkujiya li Cizîrê kirine, daxuyaniyeke nû weşand.
Walîtiya Tirk a li Şirnexê çend roj berê der barê komkujiya hêza dewletê ya li 3 jêrzemînên li navçeya Cizîrê pêk anî de daxuyaniya "Li Cizîrê 10 terorîst bê tesîr hatin kirin" dabû. Niha jî der barê wêneyên ku polîs û leşkeran li ser cenazeyan kişandine de daxuyanî da û diyar kir ku ev wêne ne yên Cizîrê ne. Duh wêneyê jinek ku li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin û bedena wê ya tazî hatibû teşhîrkirin hatibû weşandin. Dîsa wêneyên kesên di jêrzemînan de ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn şewitandin hatibûn belavkirin. Wêne li ser hesabê JİTEM ê twittterê hatibû belav kirin. Çavkaniyên herêmî jî teyît kiribûn ku wêne yên li Cizîrê hatine kişandin.
Têkildarî wêneyên ku leşker û polîsan li ser cenazeyan kişandine û belavkirine Walîtiya Tirk a li Şirnexê dîsa daxuyanî da. Walîtiyê diyar kir ku hêzên wan ên dewletê di 15'ê Kanûnê de li Cizîrê operasyon dane destpêkirin û operasyona wan bi serketî bi encam bûye. Walîtiyê îdîa kir ku hin medyaya civakî dixwaze vê serketina wan tarî bike û wêneyên bi vî rengî belav kirine. Walîtiyê îdîa kir ku ti eleqeya wan wêneyên ku hatine belavkirin û Cizîrê bi hev tine û ev wêne li cihekî din hatine kişandin û belavkirin."