Walî tam piştgirî da îşkencevan: Min ew tayîn kir, hêjayî vî erkiye!

Walî tam piştgirî da îşkencevan: Min ew tayîn kir, hêjayî vî erkiye!

Piştî Emniyetê Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû jî xwedî li polîsê îşkencevan Sedat Selîm Ay derket. Walî Mûtlû got, “Sicîla pîşeyî ya Ay qenaet bi me re çêkiriye ku ev erkê me dayiyê dê bi awayek gelek baş bicih bîne.”

Sedat Selîm Ay yê ku navê wî bi îşkence û tecawizan ketî rojevê derbarê tayîna wî ku dê bibe Alîkarê Midûrê Midûriyeta Polîsan ya Tekoşîna li Dijî Terorê, vê carê daxuyaniyek ji Walîtiya Stenbolê hat.

Piştî ku Wezareta Navxweyî aşkera kir ku, “Tayîn ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hatiye pêkanîn” Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû xwedî li Sedat Selîm Ay derket. Walî Mûtlû ku pirsên rojnameya Tarafê bersivandin û got, me Ay bi tavsiyeya emniyetê tayîn kir û parast ku, tayînkirin bikrîterên “pîşeyî” hatiye kirin.

Walî Mûtlû behsa sicîla îşkencevan Ay kir û bi van gotinan pesnên wî dan:

“Dema ku em tayîna dikin temaşeyî pîvanên pîşeyî dikin, di paşerojê çi xizmet dane, erkê ku tê dayîn dê bikare bihêjayî bîne cih? Biryara me ya tayîn kirina derbarê Sedat Selîm Ay de jî bi vî awayî çêbûye. Xizmetên ku beriya vê me dayîn Sedat Selîm Ay, sicîla pîşeyî qenaet bi me re çêkiriye ku ev erkê me dayiyê dê bi awayek gelek baş bicih bîne. Sedat Selîm Ay beriya vê di erkên xwe de, mînak li Amedê xebatên serkeftî kiriye. Bi vî awayî me jî ev erk dayê. Me temaşeyî xizmetên wî yên borî kirin û em fikirin ku dê vî erkî jî bi awayek serkeftî birêve bibe.”