Vê heftiyê jî keştiya diçû Îmraliyê xirabeye!

Vê heftiyê jî keştiya diçû Îmraliyê xirabeye!

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê bi hinceta ku ‘keştî xirabeye’ hate asteng kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe pêk bînin wekî her hefte serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heke rêvebiriya Girtîgeha Îmraliyê bersivek erênî bide serlêdanê, parêzer dê biçin Îmraliyê û hevdîtina xwe pêk bînin. Lê belê hevdîtin bihinceta ‘keştî xirabeye’ dîsan hatin astengkirin.

Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin ji dîroka 27 Tîrmehê sala 2011 heta niha bi hinceta, "Keştî xirabeyê", "Rewşa hewayê nebaşe", "Keştî di tamîrê de ye" û "Ewraq kêmin" tê astengkirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha salek û 13 rojin parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtinê pêk bînin.