Utku bi ecelê xwe nemir

Malbata Seyrek bi îdîaya ku doktorên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kanûnî Sultan Suleyman bûne sedema mirina zarokê wan ê 3 salî Utku Furkan yê nabîneye, der barê wan de serlêdana sûc kir.

Malbata Seyrek bi îdiaya ku doktorên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanûnî Sultan Suleyman bûne sedema mirina zarokê wan ê 3 salî Utku Furkan yê nabîne, der barê wan de serlêdana sûc kir. Dayika bi êş Gulcan Seyrek diyar kir ku  ev ne bûyera yekem a vê nexweşxaneyê ye û got ku doktorên ku beriya welidî û piştî welîdinê li nexweşxaneyê dixebitin, nedîtina kurê wê jî ferq nekirine û bi hişyariya cîranên wê yên ku hatine nexweşxaneyê serdana wan bûyer ferq kirine.  Dayika bi êş got ku doktorên ku sonda Hîpokrat binpêkirine bila bên cezakirin. Pîra wî Perîhan Seyrek jî got: “Doktorî wisa nabe. Dilê me êşiya, bila dilê kesên din neêşe.”

Utku Furkan Seyrek 3 salî bû û nabîne.  Rewşa Utku di 17’ê Adarê de li Navenda Rehabîlîtasyona Bayrampaşa xera dibe û ber bi sibehê radikin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Kanûnî Sultan Suleyman. Ligel hemû daxwaza malbatê ya bila li nexweşxaneyê bimîne, doktora nobedar Ceren Arslan fitîlan dide zarok û dişîne malê.  Lê Utku saetek û nîv şûnde bedena wî reş û şîn dibe û bi lez dîsa dibin heman nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jiyan xwe ji dest dide. Malbata Seyrek der barê doktor Ceren Arslan, hemşîreya peywirdar û amîrê nobedar ê ji beşa lezgîn a zarokan berpirs û serhekîmê nexweşxaneyê de di 20’ê Adarê de serlêdana sûc kir. Me bi malbata Seyrek ya li Kuçukçekmeceyê rûdine hevdîtin kir.

BILA DOKTORÊN WISA TıNEBIN

Dayika bi êş Gulcan Seyrek diyar kir ku ev ne yekem bûyera Nexweşxaneya Kanûnî Sultan Suleyman e û got: “Doktorên welidîna kurê min kirin, nedîtina wî ferq nekirin.  Beriya Utku bê dinê, ez li wê nexweşxaneyê 4 caran kontrol bûm.  Lê astengdariya Utku ferq nekirin. Piştî welidînê cînarên ku hatin serdana min ferq kirin ku çavê rastê yê kurê min nabîne. Çavê wî yê rastê jî ji sedî 30 didît.

Di 17’ê Adarê de kurê min nexweş ket. Saet di nêzî 03.00’an bû. Utku vedireşiya. Zikê wî werimî bû.  Me ew bir Nexweşxaneya Kanûnî Sultan Suleyman, beşa lezgîn a zarokan. Doktora bi navê Ceren Arslan hat ser û beyî ti tiştekî bike, destê xwe da zikê wî. Bedena wî wek cemedê bû lê doktorê ji me pirsî ka agirê wî heye yan na. Got ku serma girtiye û şand odeya muşahadeyê. Hemşireyek hat fitîlek da destê min. Me nedizanî ji bo çi ev daye. Me israr kir ku li nexweşxaneyê bimîne. Lê gotin hewce nîne em şandin malê.”

Seyrek anî ziman ku  piştî hatine malê saetek û nîv şûnde saet li dora 07.00’an  rewşa Utku giran bûye û got: “Zikê wî zêde werimî bû, lêvên wî mor bibûn. Rûyê wî zer bibû. Me gazî ambulansê kir. Li nexweşxaneyê hê dijiya. Li beşa lezgîn vê carê doktorên din hebûn. Dilê wî mizdan. Xistin odeyekê. 15 deqe şûnde doktoran got ku serê we sax be. Hevserê min Nazîf ji doktoran re got dema anîne nexweşxaneyê dijiya, lê doktoran ji bo berpirsyariyê neke ser nexweşxaneyê îdîa kirin ku li malê jiyana xwe ji dest daye.

Kurê min ji ber qisura doktoran jiyana xwe ji dest da. Mudaxaleya pêwîst di dema wê de nekirin. Doktorên bûn sedema jiyana kurê min bila bên cezakirin.”

Pira wî Perîhan Seyrek jî got ku bila doktorên wisa tinebin, dilê wan êşiya bila yên kesên din neêşe.

‘NE BI TAKSÎR, BI QESTÎ KUŞTINE’

Parêzerê malbatê Musa Baykal da zanîn ku ligel ku di encama îhmala doktoran de Utku Furkan Seyrek jiyana xwe ji dest daye jî dozgeriyê di lêkolîna pêş de xwestiye wek ; ‘Ev di fitrata vî karî de heye. mirinek normale’ bide nîşandan. Baykal got: “Divê dozgeriyê îfadeya her kesî bigirta û kamerayên nexweşxaneyê lêkolîn bikira. Lê ev nekirin. Me bi malbatê re di 20’ê Adarê de serî li Dozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê da. Me der barê doktoran de serlêdana sûc kir. Divê ev di çarçoveya sûcê ‘ji qestî kes kuştinê’ bê nirxandin. Ev zarok bi ecelê xwe nemir. Ev nexweşxaneyek mezin e. Serhekîmê vir kî be, xuyaye ku prosedura vê serwîsê baş kontrol nekiriye ku ev qas keyfiyet mijara gotinê ye. Em pey vê bernadin.”