Tursun: Mirina Saltikalp cînayeta polîsane
Tursun: Mirina Saltikalp cînayeta polîsane
Tursun: Mirina Saltikalp cînayeta polîsane
Serokê Weqfa Baran Tursun, Mehmet Tursun mirina Sînan Saltikalp ê 17 salî yê ku bi wesayîta polîsan hate pelçiqandin, wek ‘versiyoneke din a cînayeta polîsan bi nav kir û diyar kir ku Saltikalp qurbanê qanûna 133’emîn a PVSK’ê ye. Tursun da zanîn ku ew wek malbatên polîs û leşkerên bi guman mirine û malbatên mexdurê şîdeta polîsan, xebatên xwe yên avakirina Federasyonê anîne asta dawî.
Di 23’ê Nîsanê de ku Tirkiye pesnê xwe dide ev roj yekane cejna zarokan a cîhanê ye, Sînan Saltıkalp bi wesayîta polîsan hat pelçiqandin û piştî têkoşîna 4 mehan du roj berê jiyana xwe ji dest da. Mirina Saltikalp qetilkirina zarokan ya şerma herî mezin a Tirkiyeyê careke din anî rojevê.
Qetilkirina zarokan di vê pêvajoya ku AKP’ê wek pêvajoya çareseriyê bi nav dike de di nav rojevên serekede cih digire. Li Tirkiyeyê ku bi sedan zarok hatin qetilkirin, hemû jî ji aliyê daraza tirk bê ceza tên hiştin.
133’EMÎN QURBANIYA PVSK’Ê YE
Serokê Weqfa Navnetewî a Baran Tursun (Baran-Sav) Mehmet Tursun, diyar kir ku mirina Saltikalp girêdayê ‘talîmata lê bixe’ ya PVSK’ê ya sala 2007’an ne û Saltikalp piştî sererastkirina PVSK’ê 133’emîn qurbaniyê polîsane û wiha got: “Berê bi îşkencê kes dikuştin. Cinayetên kiryar nediyar dikirin. Lê niha raste rast dikujin. Bi wesayîtan dipeçiqînin. Walî, qeymeqam û wezîr vê di cih de dibînin. Ji ber vê jî wek qezayê didin nîşandan.
EV VERSIYONEKE DIN A CÎNAYETA POLÎSAN E
Tursun mirina Şahîn Oner yê di 11’ê Sibatê de li Amedê hat kuştin jî bibîrxis û got: “Waliyê Amedê xwedî li polîsan derket. Got di destê wî de bombe teqyaye. Lê ev di destê wan de teqiya. Cînayetê polîsan di cih de tê dîtin. Doz bi beratê encam dibin. Li gorî dozger û dadger ev qezayên trafîkê ne. Lê li gorî me ev versiyoneke din ya kuştinên polîsan e. Carna qet doz jî nayê vekirin. Ev kujer xilas dibin. Di bûyera Şahîn Oner de dewlet li Amedê li ser sûc hat girtin ev jî tê wateya cînayetê.
FEDERASYONA MALBATÊN MEXDUR TÊ AVAKIRIN
Tursun got der barê sûcên ku polîs û leşker pêk tînin de xebatên wan yên nû hene û got: “Em bi rêxistinên civaka sivîl re xebatên nû dimeşînin. Em bi malbatên leşker û polîsên bi guman mirine û malbatên mexdurên şîdeta polîsan re dê Federasyonekê ava bikin. Em niha di xebata xwe de hatine asta dawî. Di demek nêzde emê parve bikin.
KUŞTINA YAHYA MENEKŞE
Bûyer bi mirina Saltikalp encam bû, bûyera kuştina Yahya Menekşe yê 16 salî ku di 15’ê Sibata 2008’an de bi panzera polîsan hat pelçiqandin anî hişê mirovan. Piştî mirina Menekşe salek û nîv derbas bû piştre 7 polîs hatin darizandin. Der barê Ajokarê panzerê polîs O.Y ji ber sûcê ku bûye sedema mirinê, du sal şûnde keşif hat kirin. Ligel ku rapora ku Menekşe di bin panzerêde maye û jiyana xwe ji dest daye de jî, der barê polîsan de biryara beratê hat dayîn.
LI BENDE EDELETÊ YE
Di van rojên ku AKP bi gotinên çareseriyê bendewariyan zêde dike, kuştinên zarokan jî di rojevê de ye. Darizandina kujeran li aliyekê bihêle, di vê pêvajoya çareseriyê du zarokan jiyana xwe ji det da.
Vê rewşê daneyên ÎHD’ê yên navbera sala 1988 û 2012’an dîsa anîn rojevê. Li gorî daneyên ÎHD’ê 563 zarokî jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî salan hejmara zarokên jiyana xwe ji dest daye; 1989’an de 2, 1990’î de 21, 1991’ê de 12, 1992’an de 116, 1993’an de 66, 1994’an de 86, 1995’an de 7, 1996’an da 6, 1997’an de 7, 1998’an de 2, 1999’an de 12, 2000’î de 3, 2004’an de 1, 2006’an de 8, 2008’an de 1, 2009’an da 3, 2010’a de 6, 2011’an de 28, 2012’an de 10 û 2013’an de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.