Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel di fitara ku ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Gazîemîr hate dayîn di axivî û da zanîn ku, meşa kurdan ya li Rojhilata Navîn daye destpêkirin kes nikare rawestîne û ji bilî rêzgirtina li hemberî vîna kurd tu riya Tirkiyeyê tune ye.
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Gazîemîr bi wesîleya meha Remezanê xwarina fitarê da. Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel, Hevserokê BDP'ê ya Îzmîrê Fûat Mîkaîloglû, Serokê BDP'ê ya Gazîemîr Ahmet Yavûz, rêvebirên BDP'ê ya bajarr û gelek welatî beşdarî xwarinê bûn. Balkêş bû ku li derdora avahiya BDP'ê ya Gazîemîrê ku xwarin dihat dayîn ji aliyê polîsên hêzên polayî û wesayîtên ku wekî TOMA tê binavkirin hatibû dorpêçkirin.
Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel li wir axivî û da zanîn ku, li herêmê 30 sale şerek tê jiyandin û dema gelê Kurd fitara xwe vedike û dûaya xwe dike her tim aştiyê dixwaze. Tûncel anî ziman ku, ji bo aştiyê divê gelê Kurd bigihije azadiya xwe.
'DEREWA AKP'Ê YA ME PKK XILAS KIR, LI ŞEMZÎNANÊ DERKET HOLÊ'
Tûncel balkişand ser Rojava û diyar kir ku Kurd li wir azadiya xwe bi dest dixin û derbirî ku divê hemû gel û dewlet rêz li hemberî azadiya gelê Kurd bigirin. Tûncel wiha got: "Bi taybet jî ji bilî rêzgirtina li hemberî vîna Kurd tu riya Tirkiyeyê tune ye. Li Tirkiyeyê mudaxeleya li hemberî Sûriyeyê tê axaftin. Tiştê ku Tirkiye divê bike ne mûdaxele, rêz girtin û danîna têkiliyên baş bi kurdên Rojava ye. Kes nikare meşa azadiyê ya kurdan ya li rojhilata navîn rawestîne. Tirkiye bila dest ji Sûriyeyê berde li welatê xwe binêre. 13 rojin li Şemzînanê çi dibe, çi diqewime, kes nîqaş nake. Derewa AKP'ê ya 'me PKK xilas kir' li Şemzînanê derket holê. Îro PKK rastiya rojhilata navîn û ya Tirkiyeyê ye. Bi tune hesibandina PKK'ê hûn nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin."
'BI OCALAN RE DEST BI MUZAKEREYAN BIKIN'
Tûncel anî ziman ku, zêdetirî salekê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin û operasyonên leşkerî û siyasî didomin, mafên siyasetê ya kurdan nayê nasîn. Tûncel " Heke Tirkiye dixwaze li rojhilata navîn bibe hêzek bi bandor, riya wê ji Amedê derbaz dibe. Divê bi Birêz Ocalan re dest bi muzakereyan bikin." Welatiyan di dema axaftina Tûncel de dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Piştî axaftinê Tûncel û heyetek bi wê re çûn serdana konê şînê ya ku ji bo gêrîlayê PKK'ê Şerîf Ertaşê ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Di konê şînê ya li Taxa Irmaklar ya Navçeya Gazîemîr de heyeta BDP'yî ji bo malbatê sersaxî xwestin. Tûncel li vir axaftinek kin kir û diyar kir ku, kesên di têkoşîna gelê Kurd de jiyana xwe didin, berpirsyariyeke pir mezin ji yên mayî re dihêlin û hewceye kesên mayî xwedî li vê têkoşînê derkevin.