Tuncel peywîrdarkirina Selîm Ay ji Erdogan pirsî

Tuncel peywîrdarkirina Selîm Ay ji Erdogan pirsî

Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel peywîrdarkirina Sedat Selîm Ay ê îşkencekar ji Serokwezîrê Tirk Erdogan pirsî.

S. Selîm Ay ê ku di dema peywîrê de îşkence li gelek kesan kiribû, her wiha navê wî di gelek bûyerên tecawîz û tacîzê de derbas bibû, piştî van hovîtiyên xwe yên li dijî mirovahiyê, ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrpoayê (DMME) ve ji ber ku sûcê îşkenceyê kiriye hat cezakirin. Piştî hikûmeta AKP’ê S.S Ay wekî alîkarê Mudurê TMŞ’ê pewyîrdar kir, nerazîbûnên li hemberî vê jî zêde bûn. Parlamentera BDP’ê ya Stembolê Sebahat Tuncel peywîrdarkirina Ayê îşkecnekar bi pêşniyarpirsek radestî Serokwezîrê Tirk Erdogan kir.

Tuncel di pêşnumeya xwe de ev pirs ji Erdogan kirin: “Birêz Serokwezîr; Gava Sedat Selîm Ay anîn vê peywîrê, we ji bo kesên ku ji hêla Ay ve hatine îşkencekirin, tu ewlehiyek girt?

Bi awayekî hiqûqî ji hêla du dadgehan ve îşkence kiriye hatiye tescîlkirin, ev kesê ku navê wî di buyerên tecawizê de derbas bûye, hun çawa vî kesî dikin Alîkarê Mudurê Stembolê? Di peywîrdarkirinê de, taybetiya navê kesekî ku di îşkenceyê re derbas bûye heye?

Ev kesên ku paşeroja wî tê zanîn û navê wî di gelek buyerên nijadperest û metîngerî re derbas bûye, di peywîreke wiha de bi cihkirin, gelo peyamekî didin civakê?”