Parlementera BDP'ê ya Stenbol Sebahat Tuncel bertek nîşanî daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç û Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn da û wiha got: "Ev raman asta wekîlên AKP'ê nîşan dide. Ez bi sosret li daxuyaniyên wan dinêrim."
Rêxistina BDP'ê ya Stenbol li avahiya partiyê bi welatiyan re cejn pîroz kir. Ligel Parlementera BDP'ê ya Stenbol Sebahat Tuncet rêveberên BDP'ê û gelek welatî tevlî pîrozkirina cejnê bûn. Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel li vir axivî û bal kişand teqîna Dîlokê û êrîş şermezar kir. Tuncel bal kişand ser qezaya li Roboskiyê pêk hat ya 9 leşker û cerdevanekî mirin û wiha got: "Mixabin dewletê dîsa dereng mudaxele kir. Leşkerên li wir ji aliyê gundiyên Roboskiyê ve di wesayîtê hatin derxistin." Tuncel bertek nîşanî daxuyaniyên Bulent Arinç û Îdrîs Naîm Şahîn dan û wiha axivî: "Şîroveya zayendî nayê qebulkirin. Ev raman asta wekîlên AKP'ê nîşan dide.