Tuncel: Dadgeh ji şanoyê wêdetir e

Tuncel: Dadgeh ji şanoyê wêdetir e

Ji parêzerên Doza KCK’ê ya Stenbolê Firat Hepozdemîr wiha got: “Em bi êrîşeke li dijî parastinê ku di dîrokê de qet nehatiye kirin re rû bi rû ne.” Parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel jî diyar ku dadgeh jî şanoyê wêdetir e.

Piştî ku doza KCK’ê ya Stenbolê taloqî 5’ê tîrmehê kirin, Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Wanê Aysel Tugluk, Parlamentera Stenbolê ya BDP’ê Sebahat Tuncl, Parlamenterê Agiriyê yê BDP’ê Halîl Aksoy, parêzerên giritiyan û kesên ji bo şopandina danişînê hatibûn li ber salonê dirûşimên‘ Zext dê me têk nebin’ berz kirin û heta ber konê ku BDP’ê vebûn meşiyan.

Li ser navê parêzeran Firat Epozdemîr wiha got: “Em bi êrîşeke li dijî parastinê ku di dîrokê de qet nehatiye kirin re rû bi rû ne. Ev dozeke dîrokî ye. Ji duh heta îro bêhiqûqî heye. Ev du roj e bêhiqûqî li hundir û derveyê salonê didome. Hevpîşeyên min hatin derbkirin. Serokê dadgehê mudaxaleyê hêza cendirmeyan ya ber derî jî nekir. Ev pêkanînên wisa mafê parastinê tune dike. Em ê nebin hevkarê vî sûcî.

Parêzer Huseyîn Bogatekîn ku rastî êrîşa leşkeran hat axivî û got êrîş li wî nehatiye kirin li mafê paratinê hatiye kirin.

Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sehabat Tuncel jî wiha got: “Ne mumkune em tiştên li vir qewimîne qebûl bikin. Em parlamneter bi serokê heyeta dadgehê re axivîn. Me xwest em danişînê bişopînin. Serokê dadgehê got ne mumkun e. Ji ber vê bêhiqûqiyê me xwest em ê bi wezîrê dadê re biaxibin. Lê hêj li me venegeriyaye. Em dizanin ev doz siyasî ye. Lê herî kêm bila hiqûqa xwe pêk bînin. Di vê dozê de biryar hatiye dayîn. Ev doz ji şanoyê wêdetir e.”

Heyeta ji Dadgeha Cîhanê ya Iraqê hat û danişîn temaşe kir jî diyar kirin ku ev du roje li wir bêhiqûqiyek mezin tê kirin. li ser navê heyetê Prof Dr Lievend D Laoter wiha got: “Divê hikûmeta tirk dawî li ser zextan bîne. Divê girtiyên siyasî serbest berde.Ev dozeke skandal e. Ev pêkanîn encex li welatên totalîter tê dîtin. Ayşe Berktay a ku xebatên aştiyê dimeşîne û hevala me ya xebatê ye jî li vir tê darizandin. Ev yek nayê qebûlkirin.”