Tum Bel-Sen: Ger ku hûn nekarin karê xwe bikin dest jê berdin!

Tum Bel-Sen: Ger ku hûn nekarin karê xwe bikin dest jê berdin!

Şaxa Hejmar Yek Tum Bel-Sen a Îzmîrê, xebatkarên endamên sendîkya ku di yekineyên cuda yên şaredariya Îzmîrê de peywirdar in , balkişandin ser pirsgirêkên dijîn û wiha gotin: “Ger hûn vî karî nekarin bikin dest jê berdin.”

Tum Bel Sen a Îzmîrê bi daxuyaniyekê der barê xebatkarên yekineyan Îzsû û Eshot de nêrînên xwe vegotin û bertek nîşanê burokratên Şaredariya Îzmîrê dan.

Der barê mijarê serokê Tum Bel Sen a hejmar yek a Îzmîrê Yaşa Gul daxuyanî da û bal kişand ser pirsgirêkên xebatkarên ku endamÊn wane û wiha got: “Me xwest em ji bo pirgirêkên endamên xwe serî li şaredariya Îzmîrê bidin. Lê me bersivek erênî negirt. Endamên me ji ber peymana komî y”a kar pirsgirêkan dijîn. Hewldanên me hemû bê bersiv man. Li dijî sendîkaya me pirsirêkan derxistin.

Gul bangî burokratan kir ku ger hun nikarin vî karî bidin dest jê berdin û şaredarê Bajarê Mezin a Îzmîrê Azîz Kocaoglu erexne kir.