Serokê Şaxa TUHADER'ê ya Edeneyê Ahmet Dogan bal kişand ser tecrîd û îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest tecrîd û îsolasyon bi dawî bibe û wiha got: "Pêkanîna li Îmralî li ser Birêz Ocalan tê meşandin, kuştina di nava demê de hatiye belavkirine. Divê cemaweriya demokratîk ya vê yekê qebûl neke.
Şaxa Komeleya Malbatên Girtiyan (TUHADER) ya Edeneyê, bi boneya balê bikşîne ser tecrîd û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa sirgûnkirina Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku ji Rihayê sirgûnî Girtîgeha Tipa F ya Kurkçulerê hate kirin civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serok û rêveberên BDP'ê yên Edeneyê, rêveberên MEYADER, KURDÝDER û malbatên girtiyan amade bûn. Serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak anî ziman ku, Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan piştî hate sirgûnkirin qirîza dil derbaz kir û dema hate sirgûnkirin jî rastî lêdanê hatiye. Bayrak anî ziman ku, ev pêkanîn bi tu awayî nayê qebûlkirin.
EV PÊKANÎN NAYÊ QEBÛLKIRIN
Serokê Şaxa TUHADER'ê ya Edeneyê Ahmet Dogan jî bal kişand ser tecrîd û îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest tecrîd û îsolasyon bi dawî bibe û wiha got: "Pêkanîna li Îmralî li ser Birêz Ocalan tê meşandin, kuştina di nava demê de hatiye belavkirin e. Divê cemaweriya demokratîk a vê yekê qebûl neke." Dogan anî ziman ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe û aştî pêş bikeve divê berî hir tiştî tecrîda li ser Ocalan bi dawi bibe û muzakere dest pê bike.
Dogan bal kişand ser tenduristiya Ocalan û wiha berdewam kir: "Li gel pirsgirêkên mezin ên tenduristiyê yên Birêz Ocalan hene jî şert û mercên wî nayên başkirin û nayê dermankirin. Ev dê bi xwe re pirsgirêkên mezintir bîne. Hem Brêz Ocalan ji mafê xwe yê ragihandinê sûdê nagire û hem jî ev yek li dijî wî wekî çêkê têbikar anîn. Dixwazin li ser Birêz Ocalan kuştina demdirêj pêk bînin û hêdî hêdî wî bikujin. Em vê yekê tu carî qebûl nakin û em destûr nadin vê yekê."
'TIŞTEK BI SERÊ AYHAN BÊ AKP BERPIRSIYARE'
Dogan bal kişand ser rewşa Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku li gel nexweşiya xwe ji Rihayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Kukçulera Edeneyê kirine. Dogan bal kişand ser girtîgehên Mêrdîn, Êlih, Tekirdag û Amasyayê û destnîşan kir ku pirsgirêkên li vir di asta herî jor dene û nayên qebûl kirin. Dogan bilêv kir ku, girtiyên nexweş nayên dermankirin û ligel nexeşiyên xwe tên sirgûnkirin. Dogan anî ziman ku, tiştek bi serê girtiyên nexweş bê Wezîrê Dadê û hikûmeta AKP'ê berpirsiyarê vê yekê ye. Doga destnîşan kir ku, herî dawî li gel Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan 13 kes sirgûnî Edeneyê hatine kirin û dema hatine sirgûnkirin rastî îşkenceyê hatine. Dogan xwest bi lezgîn Ayhan û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.