Hevseroka KCD Aysel Tûglûk got, “hewildana qedexekirina Mitînga 14’ê Tîrmehê ya ji aliyê Walîtiyê ve, qet rewatiyek wê tuneye. Gelê me dê xwedî li tekoşîna xwe ya birûmet derbikevin û dê vê qedexeyê jî derbaz bikin.” Tûglûk aşkera kir ku, AKP’ê weke ku di Newrozê de çêbûyî dê winda bike.
Hewildana qedexekirina Mitînga 14’ê Tîrmehê ya ji aliyê Walîtiya Amedê ve, hevserokên KCD û BDP’ê dê di demjimêr 13.00’an de li Amedê civîna nirxandinê pêkbîne.
Beriya civînê Hevseroka KCD Aysel Tûglûk ji ANF’ê re axivî û da diyarkirin ku, weke di daxuyaniya Walîtiyê de hatî îdîakirin ku, teblîka biryarê ji wan re nehatiye. Tûglûk aşkera kir ku, duh şev agahiya wan ji daxuyaniyê çêbûye û ev tişt anî ziman. “Em vê biryarê weke parçeyek ji tasfiyekirin û îmhakirina Kurdan dibînin. Kurdan li dijî van konseptan dest bi berxwedanê kirine. Tirsiyan ku dê ev vîn di mitîngê de derkeve û hewildana qedexeyê kirin. Em bi nêzîkatiyekî klasîk û bitirs ya dewletê re rû bi rû ne. tê fêmkirin ku, AKP hesap dike ku, dê bi hêza polîs û hêza dewletê berxwedana gelê Kurd bişkêne. Li aliyekê din jî tirsê jiyan dike, fikra wê jiyan dike. Dizanin ku nikarin gelê Kurd teslîm bigirin û bîatê jêre nakin hewil didin mitîngê asteng bikin.”
’EM BANG LI GELÊ XWE DIKÎN KU HELWESTÊ BIGIRIN’
Hevseroka KCD Aysel Tûglûk balkişand ser polîtîkayên heman ku Kurd berê jî bûne şahidê wan wiha got; “Li rexmî vê jî xwedî li azadiya xwe û vîna xwe ya siyasî derketine û her wiha li dijî zordestiyê berxwedane. Tenê tiştek heye, ew jî em û gelê me tekoşîna birûmet bilindkirine û berxwedana xwe berdewam kirine. Em qedexekirina rewatiya biryarê nanasîn.”
Aysel Tûglûkê destnîşan kir ku, hikumeta AKP’ê di Newrozê de jî ketibû heman kêmasiyê û wiha berdewam kir: “Lê belê bi berxwedanekî gel ya bilind qedexeya Newrozê hate derbazkirin û bê wate bû. Di vê mitîngê de jî û di 14’ê Tîrmehê de jî gelê me dê vê bike. Rewatiyek danîna pêşiya vîna gel tuneye. Em li dijî vê gelê xwe vedixwînin helwest girtinê.”