Tûglûk: Bila kes mereq neke em qedexeyan nas nakin

Tûglûk: Bila kes mereq neke em qedexeyan nas nakin

Di çarçoveya mîtînga 14'ê Tîrmehê ya bi dirûşmeya "Azadiya Ocalan" li qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê li Amed, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Edene û gelek cihên din şahî û civînên gel hatin lidarxistin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, anî ziman ku daxwaza wan ya sereke azadiya Ocalane û wiha got: "Em dê nexşerêya aştî û çareseriya li vî welatî di 14'ê Tîrmehê de aşkere bikin. Lê dewlet û îxtîdara hikûmeta AKP'ê ka çi dike. Li şûna pirsgirêkan çareser bike mîtîngên me yên çareseriyê asteng dike. Bila her kes baş bizane ku em van qedexeyan nas nakin û em dê mîtînga xwe pêk bînin.

AMED

KCD û BDP'ê ji bo mîtînga 14'ê tîrmehê ya bi dirûşmeya "Azadiya Ocalan" di 14'ê Tîrmehê de li Qada Îstasyonê pêk bê, bajaroka Amberê ya Bîsmîlê civîna gel pêk anî. Di civînê de Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Şaredara Bîsmîlê Cemile Eminoglu, Rêveberên BDP'ê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Li vir Parlementer Uçer, anî ziman ku saleke li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin û ji bo vê tecrîdê bişkînin dê di 14'ê Tîrmehê de li qadan bin. Heyeta BDP'ê piştî Ambarê derbasî Bajaroka Salatê bûn. Heyet li Salatê ji aliyê cendirmeyan ve rastî astengiyan hat. Piştî kontrolanasnameyan heyetê rêya xwe berdewam kir. Heyeta BDP'ê li Salatê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Girsê bê navber dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir û piştgiriya xwe ya mîtîngê anî ziman. Li vir jî axaftin hatin kirin û şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de Koma Agirê Rojê konserek biçûk da.

TÛGLÛK: HETA BIRÊZ OCALAN AZAD NEBE GELÊ KURD AZAD NABE

Li navçeya Farqînê ya Amedê jî bi heman armancê şahiya gel hate lidarxistin. Di şahiya gel de Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Şaredarê Farqînê Fadil Erdede, Serokê BDP'a Farqînê Mahmut Ekti, Rêveberên Navenda Jinan ya MEYA nûnerên Zembîlfroşê û hunermend Rojda û Farqîn jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Di şahiyê de alên PKK'ê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û fîşekên hewayî hatin teqandin. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kesên tevlî şahiyê bûn, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

Di rûniştinê de bê navber dirûşmeyên di lehê PKK'ê û Ocalan de berz kirin. Di şahiyê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk dema dest bi axaftinê kir, dirûşmeyên "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Tûglûk, anî ziman ku daxwaza wan ya sereke azadiya Ocalane û wiha got: "Em dê nexşerêya aştî û çareseriya li vî welatî di 14'ê Tîrmehê de aşkere bikin. Lê dewlet û îxtîdara hikûmeta AKP'ê ka çi dike. Li şûna pirsgirêkan çareser bike mîtîngên me yên çareseriyê asteng dike. Bila her kes baş bizane ku em van qedexeyan nas nakin û em dê mîtînga xwe pêk bînin. Nêzî salekê ye Birêz Ocalan di sînorê mirinê di çala mirinê di bin îşkenceyê de tê girtin. Gel dê di 14'ê Tîrmehê de azadiya Birêz Ocalan bixwaze. Ji ber ku Brêz Ocalan vîna siyasî ya gele. Nirx û rihê gele. Birêz Ocalan li vî welatî sembola aştî, wekhevî û demokrasiyê ye. Em dê di mîtîngê de zilma li hemberî Birêz Ocalan tê meşandin hilweşînin. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe gelê kurd jî azad nabe." Piştî axaftinê hunermendan konser da.

Li Pîranê jî amadekarî didomin. Li navçeya Pîranê jî bi heman armancê amadekariyên mîtîngê didomin.

ÊLIH

Rêxistina BDP'ê ya Êlihê jî di çarçoveya xebatên mitîngê de li Parq Kîne Em şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de bi sedan welatî tevlîbûn û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan hatin berzkirin. Di şahiyê de li gel rêveberên BDP'ê nûnerên rêxistinên sîvîl ên civakî tevlî bûn. Di şahiyê de Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel axaftinek kir û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku mifteya aştiyê Ocalane. Endamê Meclîsa BDP'ê Osman Ergîn jî diyar kir tu kes nikare mitîngên gelê kurd qedexe bike û wiha got: "Em azadiya Ocalan dixwazin. Em naxwazin xwîn bi rêje. Em naxwazin dayîk bigirîn. Tenê daxwaza me aştiyeke bi rûmete. " Piştî axaftinan hunermend Maruf Alan, Turan Şengul, Koma Gulên Xerzan, Koma Çiya û Dewran derketin ser dikê û stranên xwe qêriyan.

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bê navber xebatên mitîngê berdewam dikin. Li taxa Yafes a Cizîrê bi hezaran kes hatin cem hev û li ber mizîkê govend girtin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Mehmet Nezîr Akengîn, diyar kir ku geleê kurd ji bo xwedî li rûmet û nirxên xwe derbikev dê di 14'ê tîrmehê de ber bi Amedê ve bi rê bikevin û wiha got: "Gelê me yê bi rûmet ji bo li hemberî zilm, înkar û îmhayê derbikeve dê biçe Amedê. Welatiyên ji taxa Yafes tên dê li taxa Surê li wesayîtan siwar bibin. Em dê saet di 08.00'an de li Cizîrê rêbikevin." Piştî axaftinê şahiyê bi govendê heta derengî şevê berdewam kir.

MÊRDÎN

Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê jî di çarçoveya xebatên mitîngê de li taxên Firat, Dîcle û Kişlayê şahî li dar xistin. Ligel rêveberên BDP'ê Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û gelek welatî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan hatin berzkriin. Di şahiyê de Endamê Meclîsa BDP'ê Dr. Mhemet Demîr, axivî û diyar kir ku tevlîbûna mitîngê gelek girînge û wiha got: "Divê hemû gelê me li Amedê de derbikeve qadan." Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Alp jî diyar kir ku divê gelê Kurd li hemberî geşedanan bêdeng nemîne. Piştî axaftina anonsa otobusê saet di 09.00'an de dê li ber Navenda Çandê ya Mîtanniyê rabin hate kirin.

LI DÊRÎKA ÇIYAYÊ MAZIYÊ CIVÎNA GEL

Di çarçoveya amadekariyên mitînga 14'yê Tîrmehê li Amedê dê bê lidar xistin de li navçeya Dêrîka Çiyayê Maziya Mêrdînê civîna gel hat lidar xistin. Civîna ku ji aliyê Rêxistina BDP'a Dêrik û şaredariya Dêrikê hat organîzekirin li taxa Zeytînpinarê hat lidar xistin. Taxiyan eleqeyeke mezin nîşanî civînê dan. Cîgirê Serokê BDP'a Dêrikê Mahmut Mercen di civînê de axivî û got; "Ev saleke li ser Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin. Emê di mitîngê de tecrîdê şermezar bikin û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biqêrin. Emê li hemberî operasyonên siyasî û leşkerî, li hemberî feraseta faşîzan qêrîna azadiyê bilindtir bikin. Lewma em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevlî mitîngê bibin.

EDENE

Rêxistina BDP'a Edeneyê jî xebatên amadekariya mitîngê dewam dike. Di çarçoveya amadekariyan de li taxa Belediyeevleriya navçeya Ceyhana Edeneyê mitîngek hat lidar xistin. Serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak û rêvebirên BDP'ê yên navçe û bajêr jî di nav de bi hezaran kes tevlî mitîngê bûn. Beriya axaftin bên kirin hûnermendên herêmî derketin ser dikeyê û gel coşandin. Piştî ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe jidest dane deqîqeyek rêz hat girtin sirûda, "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Girseyê bê navber dirûşmeya; "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "PKK gele gel li vire", "PKK tolhildan" û "AKP'a Faşîst dê hisab bide" hatin berzkirin.

Serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak di mitîngê de xîtabî gel kir û wiha axivî: "Bêy ku sedem bê nîşandan 8 hezar siyasetmedarên Kurd hatin girtin û li Roboskiyê 34 mirov bi awayeke hovane hatin qetilkirin. Yek ji 700 siyasetmedarên BDP'î Hakî Kuru di encama qeyrana dil de jiyana xwe jidest da. Kuru dema ku li girtîgehê têdikoşî jiyana xwe jidest da. Lewma zihniyeta AKP'ê bi vê mirinê re careke din aşkera bû." Bayrak bal kişand li ser mitîngê û wiha pê de çû: "Mitîng mitînga azadiya Birêz Abdullah Ocalane. 700 rêvebirên BDP'a Edeneyê di girtîgehan de ne. Îcar ev feraset û zihniyet mitînda gelê Kurd dê daxwazên xwe lê biqîre qedexe kir. Em ê mafên xwe yên demokratîk bikar bînin û biçin mitîngê. Em Edeneyê bikin Amed û yên diçin bi hezaran kesî re rêwî bikin."