TUAD: Divê demildest dest ji îşkence û tecrîdê bê berdan

TUAD: Divê demildest dest ji îşkence û tecrîdê bê berdan

Endamên TUAD'ê ji bo balê bikşîndin ser binpêkirinên mafên mirovan yên li girtîgehan û çalakiyên girtî li dar dixin wiha gotin: "Ev çalakî li ser 2 bingehan hatin danîn. Yek tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û îşkenceya li hemberî gelê Kurd. Ya duyemîn jî polîtakiyên înkar û îmhayê yên li girtîgehan bi dawî bibine."

Endamên TUAD'ê li ber Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê ji bo balê bikşînîn ser tecrîd û binpêkirinên mafên mirovan yên li girtîgehan daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên TUAD'ê pankrata "Li girtîgehan ji mirinan re na-ji girtiyên nexweş re azadî" vekirin û dowîzên "Girtiyên şoreşger kole nînin" vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hilgirtin. Di daxuyaniyê de sloganên "Şehîd namirin" û "Qatîl Erdogan" hatin berzkirin. Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan diyar kir ku, her roj ji girtîgehan agahiyên nebaş digirin û wiha got: "Berpirsiyarê van hemû neyîniyan hikûmeta AKP'ê ye. Bi mehane em daxuyaniyan didin. Em dibêjin dest ji polîtîkayên înkar û îmhayê berdin. Em dibêjin dest jê berdin lê hikûmet dest ji înkarê berdane û tundiyê zêde dike."

Taşdan anî zimanku, di demên dawî de girtiyên siyasî gelek çalakiyên cuda dikin û wiha axivî: "Ev çalakî li ser 2 bingehan hatin danîn. Yek tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û îşkenceya li hemberî gelê Kurd. Ya duyemîn jî polîtakiyên înkar û îmhayê yên li girtîgehan bi dawî bine." Taşdan bûyera li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê jî nirxand û wiha axivî: "Serhildana li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê sedema wê pêkutiyên pêk tênin."