Tsîpras: Em bi heyranî têkoşîna HDP’ê dişopînin

Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Tsîpras ê bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û heyeta pê re hevdîtin pêk anî diyar kir ku HDP di nav şert û mercên zor û zehmet de têkoşînekê dimeşîne û got: “Em bi heyranî têkoşîna we dişopînin.”

Serokwezîrê Yewnanîstanê û Serokê Srîza Aleksîs Tsîpras, di çarçoveta hevdîtinên xwe yên Enqereyê de li Otela Shreton bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Alîkarê Hevserokan Nazmî Gur re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Yewnan Nîkolaos Kotzûas û endamên ofîsa polîtîkayê ya Tsîpras jî tevlî hevdîtinê bûn.

Tsîpras ê keyfxweşiya xwe ji bo hevdîtinê anî ziman diyar kir ku HDP’ê ji nêz ve dişopînin û têkoşîna HDP’ê bi heyraniyeke mezin dişopînin. Tsîpras anî ziman ku tevî benda ji sedî 10 û zextan jî ji serketina HDP’ê keyfxweş in. Tsîpras anî ziman ku HDP’ê pêvajoyeke zehmet derbas kiriye û got: Li Tirkiyeyê zext û êrîş zêde ne, di vê mijarê de mixabin mirov dikare paşdeçûnên mezin tespît bike.”

Hevdîtin didome. Çavlirê ye ku piştî hevdîtinê Yuksekdag daxuyaniyekê bide.