Tosûn: Ez ê heta nefesa xwe ya dawî têkoşîna dayika Asiye bidomînim

Hanim Tosûn qala Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr ku jiyana xwe ji dest da kir û wiha got: “Ez ê heta nefesa xwe ya dawî têkoşîna dayika Asiye bidomînim.”

Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr jiyana xwe ji dest da. Aydemîr ji bo kurê xwe Huseyîn Aydemîr ê tevî Fehmî Tosûn di 19’ê Cotmeha 1995’an de di dema destgîrkirinê de hat windakirin, lêgerîna edaletê heta rojên xwe yên dawî domand. Hanim Tosûn ji ANF’ê re qala Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr kir.

ROJA DESTGÎRKIRINÊ

Hanim Tosûn anî ziman ku naskirina wan bi malbata Aydemîr re li Liceyê dest pê kiriye û diyar kir ku hevserê wê Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr hevalên nêz bûn û ev ji ber ferzkirina cerdevaniyê li heman demê Licê terikandine. Hanim Tosûn got ku ev li Stenbolê jî nêzîkî hev dijiyan û wiha qala roja destgîrkirina hevserê xwe Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr kir: “Ew serê sibê bi hev re bûn û bi hev re ji malê derketin. Di wê pêvajoyê de gelek kes dihatin destgîrkirin. Fehmî digot, ‘Heval dema ku bên destgîrkirin, bila biçin ciheke ku her kes bibîne.’ Ji ber vê polîsên ku ew destgîr kirin, anî kolana malê. Me plaqeya wesayitê girt. Ez wê şevê çûm mala Huseyîn Aydemîr. Min ji hevjîna wî Kiymet re qala destgîrkirina Fehmî kir û pirsa kek Huseyîn kir. Wê got ku ew nehatiye malê. Ez çûm qereqolê, roja din jî ez çûm ba Kiymet û min got em dîsa bi hev re serî lê bidin. Li Stenbolê tevî zarokên xwe tenê bû. Li benda hatina xezûrê xwe ma û piştre serlêdan kirin.”

Hanim Tosûn bi van gotinan naskirina xwe bi dayika Asiye Aydemîr re vegot: “Bavê Huseyîn Aydemîr hat Stenbolê û 3 mehan li vir ma. Serî li hemû saziyên emniyetê dan. Ti encam derneketin û tevî Kiymet û neviyên xwe vegeriyan Amedê. Piştre hemû serlêdanên xwe ji Amedê kirin, têkoşîna xwe domandin. Di Gulana 1996’an de me li Stenbolê Kongreya Xizmên Windayan pêk anî. Naskirina min bi Dayika Asiye re bi vî rengî çêbû. Kek Huseyîn kurê wî yê yekane bû. Ne pêkan e ku mirov êşa wê bibêje. Tevahiya jiyana xwe ji bo kurê xwe têkoşiya, xwest ku gorê kurê wî hebe. Bavê Huseyîn Aydemîr jî îsal jiyana xwe ji dest da. Jiyana wan bi têkoşînê derbas bû.”

EM Ê TU CARÎ JI TÊKOŞÎNA XWE VENEGERIN

Hanim Tosûn anî ziman ku weke xizmên windayan me xizmên xwe yên herî bi nirx winda kirin û got: “Em hem ji bo aqûbeta xizmên xwe hem jî ji bo ku tiştên hatine serê me neyê serê kesek din, têkoşiyan. Ez ê heta dawî têkoşîna Dayika Asiye bidomînin.”

HUSEYÎN AYDEMÎR KÎ YE?

Huseyîn Aydemîr ê di sala 1961’an de dayik bû, welatparêzekî ku li gundê Tûtê yê Lîcê bazirganiya sewalan dikir. Bavê Huseyîn Aydemîr ê bêyî delîl û biryara girtinê her tim bi ser mala wî de digirtin, 20 rojan tê destgîrkirin û êşkence lê tê kirin. Di dema destgîrkirinê de jendirme gefan lê dixwin û dibêjin, “Ji kurê xwe re bêje bila teslîm bibe, an em wî li ku derê bibînin bikujin, cenazeyê wî li pişt panzerê kolan bi kolan bigerînin.” Li ser vê yekê Huseyîn Aydemîr tevî hevsera xwe û 6 zarokên xwe ji Liceyê diçe Amedê, ji Amedê jî derbasî Edeneyê dibe. Malbat ku di sala 1995’an de koçî Stenbolê dibin. Aydemîr sibeha 19’ê Cotmeha 1995’an diçe mala hevalê xwe Fehmî Tosûn ku li Avcilarê ye. Tosûn û Aydemîr di saet 10:00’an de ji mal derdikevin û heman roj li cihên cuda bi Torosên Spî tên destgîrkirin. Dema Fehmî Tosûn hat destgîrkirin, plaqeya wesayîta ku ew birin ji aliyê yên keleka wî ve hatiye girtin. Malbata Tosûn bi vê plaqeyê serî li emniyetê dan, lê tu encam derneketin. Malbata Huseyîn Aydemîr ku hîn bûn Aydemîr li semta Aksarayê ji aliyê polîsên sivîl ve hatiye destgîrkirin, serî li hemû saziyên emniyetê didin. Lê saziyên dewletê destgîrkirina Aydemîr înkarkirin. Ji wê rojê heta niha 28 derbas bû, nayê zanîn ku çi hat serê Huseyîn Aydemîr û cenazeyê wî li ku ye. Malbata Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûn doz birin DMME’ê. Hikûmeta AKP’ê parastin da DMME’ê û got, “Hikûmeta ji ber windabûna Fehmî Tosûn xemgîn e.” Doz ji ber bihurîna demê hat girtin.