Tore: Dewlet rastiya Şemizînanê vedişêre

Tore: Dewlet rastiya Şemizînanê vedişêre

Şaredarê Şemizînanê Sedat Tore ragihand ku pevçûnên li derdora navçeyê berdewam dikin, dewlet dixwaza rastiyê veşêre û got ku bandora HPG’ê ya li ser herêmê berdewam dike. Tore destnîşan kir ku dê di rojên pêş de pevçûnên li herêmê dijwartir bibin û got; “Tê ragihandin ku herêmê di bin kontrola HPG’yiyan de ye. Di van du rojên dawiyê de ji bilî tevgera hewayî, li herêmê tu tiştek nehatiye kirin.”

Li navçeya Şemizîna Colemêrgê ev hefteyek e pevçûnên dijwar di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de berdewam dikin. Bi taybet di van du rojên dawiyê de ji ber pevçûnên dijwar nêzî hezar gundiyên herêmê dest ji gundên xwe berdan û li navçeyê an jî gundên din bi cih bûn.

Tê diyarkirin ku gerîlayan gelek herêman xistine bin kontrola xwe û li gelek cihan nûqteyên kontrolê danîne û tê ragihandin ku artêşa Tirk nikare li herêmê tevbigere.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniyên di van demên dawiyê de diweşînin, radigihîne ku ji 23’yê tîrmehê ve pevçûnên li herêmê berdewam dikin û duh dansê bê jî herî kêm 15 leşkerên Tirk hatin kuştin.

'DI BIN KONTROLA HPG’Ê DE YE...'

Şardarê Şemizînanê Sedat Tore ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku herêma pevçûn lê diqewime tenê 5 km ji navenda navçeyê dûr e û pevçûn ketine roja şeşemîn Tore da zanîn ku ev şer û pevçûnên li herêmê bandoreke nerênî li gundiyên li herêmê dikin.

Şaredarê Şemizînanê Tore ev agahî da; “Weke tê zanîn, piştî ku HPG’yiyan di 23’ê tîrmehê de li ser rêya Şemizînan-Robarokê nuqteya rê danî û nasname kontrol kirin, pevçûn dest pê kirin. Cihê pevçûn lê diqewimin pir asê ne û gelek zor e, ji ber wê jî her çendî bi teknîkek xurt û hêzek zêde ya leşkeran operasyon li dar dixin, lê nikarin herêmê ji bin kontrola gerîlayan derbixin. Tê ragihandin ku heta niha jî herêm di bin kontrola HPG’yiyan de ye. Di van du rojên dawiyê de ji bilî tevgera hewayî, li herêmê tu tiştek nehatiye kirin. Lê îro destûr nedan ku sivîl jî derbas bibin.”

'DEWLET RASTIYÊ VEDIŞÊRE, DESTÛRÊ NADE HEYETAN'

Sedat Tore ragihand ku 5 gundikên li herêmê bi temamî hatine valakirin û got; “Nêzî 1000 kesan ji van gundan derketine. Ji bo lêkolînkirina rewşa gundiyan, ji aliyê dewletê ve tu hewldanek tune ye. Ne jî destûr didin heyetên dixwazin biçin vê derê.”

Tore got; “Ji tiştên li vir diqewimin fikarên mezin hene. Ev qas roj in, ev pevçûn berdewam dikin, lê dixwazin ji raya giştî veşêrin, bi rastî ev yek ne tiştek asayî ye."

Tore bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk jî û diyar kir ku daristanan dike hedef. Tore got; “Mixabin weke her carê aliyê bi êş ê van operasyonan ew e ku artêşa Tirk weke her caran daristanên li herêmê dike hedef. Ez bi xemgînî dixwazim bêjim; bi sedan donum daristanên li herêmê di şerê 4-5 rojan didomin de şewitîne. Evane di encama êrîşên bi topan, hewan û fuzeyan de şewitîne.”

'WISA DIXUYÊ PEVÇÛN DÊ DIJWAR BIBIN'

Şaredar Tore destnîşan kir ku sedema van pevçûnan polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ye û bal kişand ku pevçûn dê dijwartir bibin. Tore bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê yên li hemberî Kurdan û gelên din û got; “ Ev yek jî nîşan dide ku dê rojên pêş de pevçûnên dijwatir li herêmê biqewimin”. Tore destnîşan kir ku hêviya wan ew e ku ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk û aşitiyane bê çareserkirin û got; "Berpirs û peywirdarê vê yekê jî hikûmet .”