Her çendî rayedar û çapemeniya Tirk hewl dan ku şahiya Kurdan a bi boneya 15’ê Tebaxê li paytexta Rûsya Moskowê bi “krîmînalîzekirinê” asteng bikin, Kurdan bi coşeke mezin 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Di şahiyê de nêzî kes amade bûn, stran hatin gotin û li ber stranan govend hatin gerandin. Di daxaftinên hatin kirin de bang li Kurdan hate kirin ku zêdetir alîkariya aborî û manewî bidin têkoşîna Kurdan li Kurdistanê.
Şahî roja yekşemê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di şahîyê de Nunerê Saziyên Kurdan ên Navneteweyî Mihrabî Şemoyev axaftinek kir.
Şemoyev got; “Em bi hestên yekitiya neteweyî, bi hêviyên rizgariyê û daxwaza azadiyê ketin 15’ê Tebaxa 2012’ê” û banga xurtkirina yekitiyê li Kurdan kir.
Şemoyev wiha domand; “Şervanên azadiya Kurdan, di serî de li Colemêrgê, li hemû Bakûrê Kurdistanê li hemberî artêşa Tirk berxwedaneke mezin pêş dixe. Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd digihe azadiyê û desthilatiya xwe ava dike. Tenê keyfxweşiya me ya ji bo vana nabe, divê em vê têkoşîn û berxwedanê zêdetir xurt bikin. Ji ber wê jî em bang li hemû Kurdan dikirin ku di ware aborî û manewî de zêdetirê piştgirî bidin têkoşîna şoreşa azadiyê.”
Piştî axaftinan, sînevîzyonek der barê jiyana gerîlayan û xwezaya Kurdistanê de hate nîşandan. Hunermendê Kurd ê ji Ermenîstanê Dilovan ji Ewropayê beşdarî şahiyê bû û bi stranên xwe girseyê coşand.
Rojnameya Tirk Milliyetê di nûçeya xwe ya roja 13’ê tebaxê de bi sernûçeya “Li Rûsyayê konsera PKK’ê” û şahiya Kurdan a ji bo vê rojê weke çalakiyeke “terorê” bi nav kiribû.